Li 15 taxên Nisêbînê qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin
16:33
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê li 15 taxan qedexeya derketina derve ya ku îşev saet di 21.00'an de dest pê dike û heta fermaneke duyemîn berdewam bike hate îlankirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Qaymeqamiya Nisêbînê ve hate dayîn de hate gotin ku ji ber zêdebûne "bûyerên terorê" li 15 taxên navçeyê qedexeye darketina derve hatiye îlankirin û qedeta bi şev saet di 21.00'an de dest pê dike û heta fermaneke duyemîn dê berdewam bike. Taxên dibin dorpêçê de evin; Firat, Dîcle, Yenişehir, Yenituran, Yeşilkent, Mor Yakup, Zeynelabidin, Kışla, 8 Mart, Gırnavas, Devrim, Selahaddin Eyyubi, İpekyolu û Barış.
(zt)
