ROJEVA 14 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ
09:13
*Koperatifa Jin a Rezan ya girêdayê Şaredariya Rezan bi navê 'Ekojin' tirşî çêdike. Jinên li koperatîfê dixebtin anîn ziman ku tirşiyê bi keda xwe çêdikin û difroşin. Jinên koperatîfê bang li hemû jinan kirin ku xwe mihtacî mêran nekin û xwe ji hişmendiya kevneperest xilas bibin.
*Ji Slavan, Arînan, Ivananan, Gulanan, Sîbelan heta Peymanan bi hezaran jinên Rojava li hemû cîhanê bûn sembola berxwedana jinan. Jinên ku bi berxwedanê destkeftiyên xwe parastin, li Rojava xwe bi rêxistin kirin, ji bo hemû cîhanê modela jiyana nû afirandin û îmze avêtin bin gelek serkeftinan.
*Li Farqînê qedexeya derketina kolanan roja 12'an li peyî xwe hêla, tabloya derketî holê cidiyetê radixe berçavan. Ji Komeleya Rojeva Zarokan Ezgi Koman Hevpeyîmana Mafê Zarokan a Netewên Yekbûyî bibîrxist û diyar kir ku divê dewlet jî li gorî hevpeyîmana navnetewî tevbigerin.
*Dayîka Poyraz Aliyê 4 salî ku dibin tehşîsa Atipik Otizm ê de tê girtin Zeynep Bakir bi boneya rojbûna zaroka xwe dest da pênûsê û nivîsek nivîsî. Zeynep got: "Li cîhanek a cenazê zarokan li kenarê avan tên dîtin ji xwe rojbûna Poyraz Ali û heta ew bi xwe pir ne giringe. Lê cardin jî em dayîk muameleya tinehesibandinê ser zarokên xwe napejirînin. Ez dixwazim bê şert û merc ji zagona zarokan sudê bigirim. Heta ez ji bo zaroka xwe derketina dibin çavdêriyê de jî dixazim. Poyraz Ali di girtîgehê de jibîr nekin.!"
*Navenda Çand û Hûnera Nûda ya dibinya Şaredariya Navçeya Rêya Armuşê ya Wanê de hatî vekirin dest bi faliyetên xwe yên demsalî kir. Nûnera Nûdayê Salîha Ayatan derbarê faliyetên xwe yên çand û hûnerê de axivî û diyar kir ku her sal bi dehan ciwan bi çand û hûnerê tên nasin. Salîha eleqeya jinê ya li hemberî çand û hûnerê jî nirxand û got ku jin giyanê dide çand û hûnerê.
