Di êrîşên ser Cizîrê de welatiyê 65 salî jiyana xwe jidest da birîndar hene

08:13

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ku cara 4'emîn qedexeya derketina derve hate îlankirin welatiyê ku krîza dil derbas kir ji ber ku ambulans nehatin taxê jiyana xwe ji dest da. Li navçeya ku gel diji êrîşan daket kolanan û li ber xwe dide yek jê giran 5 kes birîndar bûn.

Piştî ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve li navçeya Cizîrê li taxên Sûr û Yafesê qedexeya derketina derve hate îlankirin polîs û tîmên taybet êrîşî taxan kirin. Li taxên ku qedexa tuneye jî polîsan êrîşî gel kirin û di encama vê yekê de li taxa Nurê yek jê giran 5 welatî birîndar bûn. Li taxa Cudiyê jî welatiyê 65 salî yê krîza dil deras kir û j iber ku ambulans neketin taxê jiyana xwe ji dest da. Ji welatiyên birîndar ê rewşa wî giran e rakirin Şirnexê û yên din jî li taxê ji aliyê welatiyan ve tên dermankirin.

Li navçeyê piştî qedexeyê li taxên Yafes û Surê ceryan hatin qutkirin û li taxan heron difirin.

Li navçeyê li dijî êrîşên hêzên dewletê gel li ber xwe dide bi dirûşman nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşan nîşan dide.

(ma/zt)