ROJEVA 15 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ
09:12
*Ji bo hemleya rizgarkirinê a ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve li bajarê Hesekê, jinên bajarê Til Temirê nêrînên xwe anîn ziman û hêviyên xwe ên serkeftinê parvekirin.
*Endama HADÎG ê Elif Altunkaya diyar kir ku herî zêde pêdiviya gelê Deriya Reş bi rêveberiya cewheriya li gelek bajarên Kurdistanê hatî îlankirin heye û got: "Divê zarokên zeriyayê û çiyayan dest bidin hev û bi hev re li parastina cewherî xwedî derkevin."
* Seyran Erçin a ku li Colemêrgê terzîvaniyê dike diyar kir ku ew bi keda destê xwe hem çanda kurdewariyê dide jiyandin û hem jî di aliyê aboriyê de debara xwe dike.
*Jinên li Herêma Federal a Kurdistanê dijîn, têkoşîna xwe ya li hemberî şîdet û qanûnên heyî berdewam dikin. Jinan şîdeta li hemberî jinan ku îsal gihişt asta jor bêdengbûna hikûmetê û qanûnan rexne kirin.
*Civaka Îranê di her sed salekê de şahidî ji gelek raperînan re kiriye. Pergalên ku li ser nirxên şoreşa gelan hakim bûne xwe her carê ji rengek avêtine rengek din. Ji bo civakê bixapînin, biqelemûnek zîrek bûne têra xwe. Îran bi gotinek din kaniya şoreşa gelan û bi taybet jinan bûye. Dîroka tevgerên jinên Îranê ji sed salî zêdetire. Lê dema mirov li pişt xwe dinêre jinan tenê kinc û kefenên xwe yên sipî dane bin çekên xwe û ji şoreşa ku bixwe bidestê xwe kirine, xwatir xwestine.
*Murrê Bekke kêfxweşiya xwe ya azadiya Şengalê ji aliyê hêzên kurd ve ji destê çeteyên DAIŞ'ê wiha anî ziman: "Tenê alaya li çiyayê Şengalê nemîne alaya PDK'ê ye. Dema ku pêşmergeyan em hêlan wê demê alaya DAIŞ'ê li Şengalê hildayîbû. PKK'ê bi rojan şer kir, DAIŞ û alaya wan ji Şengalê derxistin. Li Şengalê alaya me li ba dibe."
*YPJ Şengal di hamleya rizgariya Şengalê de gundan paqij dikin û bûyîna tirsa xewnên çeteyên DAIŞ'ê berdewam dikin.
