Li Qamişlo feraseta parastinê ya jinê pêş dikeve

16:52

 


NAVENDA NÛÇEYAN– Navenda Asayîşa Jinan a bajarê Qamişlo yek ji navendên herî çalak a parastinê ye. Di 6 mehên dawî de 136 pirsgirêk ji navendê re hatine û di warê çareserkirina wan de navendê rolek girîng lîstiye.


Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve jinên ku bi awayekî aktif cihê xwe digirin, wekî her qadek jiyanê, hewl didin ku di warê parastinê de jî feraseta nêrîna jinê pêş bixin. Di vê çarçoveyê de li gelek bajaran navendên parastinê yên bi navê “Asayîşa Jinan” hatin vekirin.


Yek ji van navendan jî Asayîşa Jinan a bajarê Qamişlo ye. Vekirin Asayîşa Jinan di temamkirina hêmanên sîstema xweseriya demokratîk de wekî gaveke girîng hate dîtin. Rêveberên navendê diyar dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan pêwîst bû ku navendên taybet werin vekirin û dûrî zihniyeta baviksalariyê pirsgirêkên xwe çareser bikin.


Piştî vekirinê rojane pirsgirêk tên navendên Asayîşê. Di 6 mehên dawî de 136 pirsgirêk hatin. ji vana 30 pirsgirêk têkildarî tundiya li ser jinan, 9 pirsgirêk têkildarî revandinê û yên din jî têkildarî alozî û cînayetê ne. Ji van pirsgirêkan hinek bêyî ku hewaleyî dadgehê bêne kirin, hatine çareserkirin, lê hinek jî veguhastin dadgehê.


Ji bilî hatine pirsgirêkan, daxwaza tevlîbûna nava Asayîşa Jinê jî zêde bûye. Li gorî agahiyên ku rayedarên asayîşê dane gelek jinên ciwan daxwazname didin wan û û dixwazin tevlî asayîşê bibin.


Serlêdanên tên kirin jî, piştî nirxandina di çarçoveya şertên asayîşê de, têne bersivandin. Şertê serekê yên tevlîbûnê jî derbaskirina temenê 18 saliyê. Ger ku serlêdan bê qebûlkirin, wê demê namzet tevlî perwerdeya fikrî û leşkerî ya akademiya asayîşê dibe.


Di bin banê Navenda Asayîşê de li gorî pirsgirêkên tên jiyandin, komîteyên dadê, ragihandinê û perwerdeyê hatine avakirin.


Endamên Asayîşa Jinan li ser bendên kontrolên ên derketin û ketina bajar, dewriyeyên ji bo ewlekariya welatiyan û parastina civîn û kombûnan li gel hêzên Asayîşa giştî peywîra xwe bicîh tînin.


Erka sereke jî li dijî her cure tundiyê parastina jinan e.