Li Hezexê tîmên tayîbet taxan gulebaran dikin
08:18
Mijdar
16
/ 2015
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê tîmên taybet bi wesayîtên zirxî ketin taxa Yenî Mahalle derdor gulebaran kirin. Jinan jî bi tilîliyan bersiv da polîsan.
Li naveçeya Hezexê ya Şirnexê tîmên taybet û polîs bi wesayîtên zirxî tax dorpêç kirin û dest bi gulebaranê kirin. Tîmên taybet di seatên serê sibê de bi wesayîtên zirxî taxa Yenî Mahalle dorpêç kirin û derdor gulebaran kirin. Welatiyên taxê yên bi dengê guleyan dest bi rojê kirin bi çalakiya dengderxistinê û tilîliyan bersiv da polîsan.
Li taxê berxwedana welatiyan a li hemberî êrîşê didome.
(ma/zt)
