ROJEVA 16 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ

09:00

*Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros di derbarê berxwedana Farqînê de nirxandin kir û got: "Gelê kurd li her derê yek peyam da ji bilî berxwedan û tekoşînê şansekî din tuneye. Gelê Kurd ji bo wê jî biryar daye li her deverê dibêje berxwedan jîyane."

*Berdevka Dîwana Edaletê Rêvan Kobanê derbarê jiyan, polotîk û xweseriya demokratik de wiha axivî; "Polotîkayên ku li ser xwezaya jin hatî kirin û polotîkaya wê ji holê rakirin, exlaqê civaka xwezayî di kesayeta jinê de têpênase kirin û jin pêşengiya wê dike."

*Li gundê Toliko yê Hesekê jî Êzidî pîrozbahiya azadiya Şengalê berdewam dikin. Jinên gund kêfxweşiya xwe ya azadiya Şengalê wiha anîn ziman: "Ji bo azadiya Şengalê em minedarê hevalanin. Hevalan ne tenê em ji fermanê rizgarkirin ji bo ku carekdin fermanê nejîn ji bo me rêya xweparastinê nîşan kirin."

*Li Rojava bi destê jinan jiyan ji nû ve teşe digire. Di nava wê teşegirtinê de her jinek xwediyê rolekêye û bi hevkarî xebata wan dibe bingeha avakirina jiyana komûnê. Suriya jî hem ji bo debara mala xwe karê nexş û nîgaran dike û hem jî di nava jiyana civakî de cîh digire.

*Dema em li dîroka xweparastina cewherî ya ku digihije roja me ya îro dinêrin em dibînin ku jin ji bo xwe biparêzin gelek curên xweparastinê pêşxistine. Jinên ku xwe li hemberî zilaman diparêzin di heman demê de şîdet, zîhniyeta zilaman, qetlîamên jinan û talankirina jî xweparastina cewherî pêş dixin.