Yekîtiya Star xebatê 25'ê Mijdarê didomîne

18:11

JINHA

DIRBÊSIYÊ - Di çerçoveya xebatê 25'ê Mijdarê Yekîtiya Star li Navenda Çand û Hûner a bajarê Dirbêsiyê civînek bi tevlîbûna dehan jin civînek li darxist.

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, Yekîtiyê Star li bajarê Dirbêsiyê a Kantona Cizîrê civînek li darxist. Civîna ku li Navenda Çand û Huner hatî li darxistin endamên Saziya Civaka Sivîl û Meclîsê Jin jî tevlîbûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê despêkir û piştre jî Rêvebera Yekîtiya Star Şevîn Amed derbarê girîngiya rojê û berxwedana jin di dîrokê de kir. Her wiha di civînê de Endama Meclîsê Wenda Elulo qala zagonên jin ên ku di encama berxwedana jin de hatiye avakirin anî ziman û li ser vê mijarê jî nîqaş hat pêşxistin.

(şe/rc)