ROJEVA 17 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ
09:13
*Endama Konseya KJK'ê Evîndar Ererat di derbarê pêvajoya dawiyê û tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike de nirxandin kir û got: "Dewleta AKP'ê ji nêrînên Rêbertî ditirse, ji ber wê jî hevdîtinê bi Rêbertî re qutkirin. Naxwazin nêrînên Rêbrtî di derbarê rewşa Tirkiyê de bê zanîn û pêşiya van êrîşan were girtin, rê û rêbaz pêşbikevin."
*Jinan betek nîşanî êrîşên dewletê ên li dijî vîna gelê Kurd dan û diyar kirin ku bi komkujî û êrîşan ew nikarin gelê Kurd tune bikin û wiha gotin: "Dê rojek hesabê komkujiyan bê xwestin'
*Dayîka şervanê BOG'ê Bedrettîn Akdenîz Sabîha Akdenîz û dayîka şervanê YPG'ê Sevê Keskîn bertek nîşanî êrîşên ser goristanên Kuçukoba ên navçeyê Seyhanê dan û diyar kirin ku ew ê serê xwe li hember êrîşan netewînin û wiha gotin: "Ewladê me tirsek wiha di dilê wan de çêkirine ku tehmûlê wan li hember gorê zarokê me jî nema ye. Çidikin bila bikin ew ê tu caran nekaribin me bidin tirsandin."
*Parêzer Eren Keskîn derbarê cînayet û dozên jinan de nirxandin kir û destnîşan kir ku divê dadgeha jin bê avakirin û wiha got: "Dewelet cinayetê jinan pêşve dibe. Ji bo çareserkirina cinayetê jinan divê jin cihê xwe di qadê siyasetê de bigre û dexwazê xwe zêdetir bîne ziman."
