Panorama 2013-3

14:06

 


Jinan di nava şoreşê de şores pêk anî


NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Rojavayî ku ji destpêka pêvajoya şoreşê ve xwe bi navê "Yekitiya Star" birêxistin kirin, di nava şoreşê de sores pêk anîn. Jinan di qadên siyasî, aborî, civakî, parastin û çandî de sazîbûna xwe ava kirin û di mijarên perwerde, malbat, siyaset, aborî û asayîşê, her wiha çareseriya pirsgirêkan de roleke aktîf lîstin.


Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kuristanê re, jinan xwe bi rêxistin kir û tevlî nava xebatên şoreşê bûn. Jin ji bo ku xwe bi rêxistin bikin bi alîkariya rêxistina Yekîtiya Star li gund û bajaran dest bi ava kirina meclis û komînên xwe yên tayebet kirin û bi rêya van meclisan xebat û çalakiyên xwe birêve birin û hewil dan ku hemû jinên di nava civakê birêxitin bikin da ku tu jin derveyî rêxistinê nemîne.


Akademiyên Star


Bi armanca ava kirina civaka siyasî û exlaqî û ava kirina kadroyên pispor û bilindkirina têkoşîa jinan, sê akademiyên perwerdeyê yên bi navê Adademiyên star yên Ramanê li herêmên Rojvayê Kursdistanê hatin ava kirin û gelek dewreyên perwerdeyê lidar xistin.


Yekemîn akademiya Star roja 3`ê kanûnê li bajarê Dêrikê hate ava kirin û roja 16`ê kanûnê yekemîn dewreya perwwerdeyê bi tevlîbûna 33 jinên endamên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi dawî kir.


Roja 22`ê kanûnê yekemîn dewreya perwerdeyê ya jinên Suryan li Akademiya Star a Ramnê li bajarê Rimêlan bi dawî bû, di dewreyê de jinên endamên Partiya Yekîtiya Suryanî hatin perwerdekirin. Akademiya Star ya bajarê Rimêlan heta niha 10 dewreyên perwerdeyê bidawî kirine û 500 jin perwerde kirine.


Jinên Rojava di nava rêzeçalakiyên şoreşê de û bi felsefeya rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan gavên girîng avêtin, di vê çarçovê de roja 8`ê adarê Yekîtiya Star Adademiya Star ya herêma Efrînê vekir û  heta niha 13 dewreyên perwerdeyê lidar xistine. Yekîtiya Star her wiha li bajarê Kobanê jî Akademiya ramanê vekir û li vê akademiyê jî heta niha 7 dewreyên perwerdeyê hatine lidar xistin.


Yekîtiya Star roja 25`ê gulanê yekemîn Akademiya Jinên Ciwan ya bi navê Akademiya Şehîd Ronahî vekir.


Navendên Zanist û Perwerdeya Jinê


Bi armanca zanist û perwerdekirina jinan, her wiha çareserkirina pirsgirên wan, li hemû herêm û bajarên Rojvayê Kurdistanê Navendê Zanist û Perwerdeya Jinê hatin vekirin û heta niha van navenda roleke gelek girîng ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên jinan pêk aniye.  Di sala 2013`an de li gelek bajarên mîna Serêkaniyê, Minbic, Tiltemir û Hesekê Navendên Zanist û Perwerdeya Jinan hatine vekirin.


Aborî


Bi armanca pêşxistina aboriya taybet a jinan, rêxistina Yekîtiya Star Komîteya Aborî ava kir, komîteyê jî gelek projeyên aborî yên jinan li seranserî Rojavayê Kurdistanê ava kirine.


Komîteya Aborî ya girêdayî Rêxistina Yekîtiya Star civîna xwe ya yekemîn bi tevlîbûna 30 endamên ji herêmên cuda yên Cezîrê, li navenda Perwerde û Zanista Jinê ya bajarê Qamişlo lidar xist û kar û barên xwe nirixandin.


Di nava salekê de li seranserî herêmên Rojavayê Kuristanê 7 projeyên aborî yên jinan hatine vekirin û nêzî 1000 jinan di van projeyan de dixebitin. Ji projeyên ku hatine vekirin kargeha çêkirina berikan ya bi navê "Koçerîn" li bajarê Dêrikê û kargeha dirûtina Cilan ya bi navê "Warşîn" li taxa Cirnikê ya Qamişlo ku 20 jin têde dixebitin. Her wiha li bajrê Qamişlo kargeha şêranî yan bi navê Avrîn, li bajrê Amûdê kargeha Trîko, li bajarê Serêkaniyê Firna bi navê Waşokanî û li bajrê Kobanê jî kargeha dirûtinê ya bi navê Amarkî hatin vekirin.


Li navenda Pêşxistina Abûrî ya bajarê Dêrikê şaxê taybet yê abûriya jinan heye û du jin têde cihê xwe digrin.


Înîsiyatîfa Jinên Sûriyê


Bi armanca avakirina yekîtiya jinên sûriyê û bilindkirina asta têkoşîna wê di nava şoreşê de, bi pêşengiya Yekîtiya Star Înîsiyatîfa Jinên Sûriyê hate avakirin û gelek çalakî hatin lidarxistin.


Bi silogana "Jin yekin, ji çi nijadê, ol û netewê be jî, ji ber ku jinin ew her yekin" li herêma Cezîrê civîna amadekariya damezrandina înîsiyatîfê hate lidarxistin. Roja 25`ê adarê bi heman slogan konferansa Damezrandina Înîsiyatîfa Jinên Sûriyê li salona Sehara ya bajarê Qamişlo hate lidar xistin. înîsiyatîfê ji amadekarên civîna Cenevre2 re nameyek şand û xwest ku roleke çalak ya jinan di civînê de hebe.


Roja 17`ê mijdarê navenda înîsiyatîfê li bajarê Qamişlo hate vekrin.


Konferans û civîn


Bi armanca dewamkirina rêxistin û çalakiyên jinan. Roja 2`ê sibatê Meclisa Jinan a bajarê Qamişlo li navenda Mihemed Şêxê ya çand û huner ya bajêr civîna xwe lidar xist û xebatên xwe yên 6 mehan nirixadin.


Roja 29`ê Nîsanê jî kongreya 5`emîn ya rêxistina Yekîtiya Star bi silogana "Jina Azad misogeriya netewa demokratîke" bi tevlîbûna 350 delegeyan hate lidar xistin û gelek biryarên girîng hatin girtin.


Roja 3`ê gulanê konferansa duemîn ya Jinên Ciwan li bajarê Dêrikê hate lidar xistin û du rojan dewam kir.


Roja 22`ê meha hezêranê jî konferansa damezrandina Rêxistina Jinên Suryanî, Asûrî û Kildanî bi silogana "Sistema Demokratîk û kesayeta azad û serbixwe bi azadiya jinê pêk tê" li Seyrangeha Azar a bajarê Dêrikê hate lidar xistin. Di konferansê de tevî 75 delegeyên konferansê, nûnerên Insyatîva Jinên Sûriyê û Partiya Çep a Demokrat a Kurd li sûriyê jî beşdar bûn.e


Roja 30`ê êlûnê yekemîn Konferansê Rêxistina Jinên Lîberal ên Kuristanê li Navenda yekîtiya Lîberal a bajarê Qamişlo hate lidar xistinî


Ewlekarî


Yekemîn tabûra Jinan a Yekîneyên parastina Jinê (YPJ) roja 23`ê meha sibatê li navçeya Cindrêsê a Efrînê bi navê tabûra Şehîd Rûken hate ava kirin. Di merasîma ava kirina tabûrê de bi hezaran welatiyên navçeyê beşdar bûn.


Roja 8`ê adarê Roja Jinên Cîhanê YPJ`ê li bajarê Qamişlo tabûra Şehîd Edalet bi merasîmekê ragihand. Tabûra şehîd Edalet piştî tabûra şehîd Rûken ya Efrînê, tabûra şehîd Berçem ya Dirbêsiyê û tabûra şehîd Sozdr ya Dêrikê, çaremîn tabûra jinan bû ku li Rojavayê Kuristanê tê ava kirin.


Roja 2`ê nîsanê konferansa Yekemîn ya YPJ`ê bi silogana ''Ji bo serkeftina şoreşê tevlî nava refên YPJ`ê bibin" li bajarê Dêrikê hate lidar xistin.


Roja 9`ê gulanê Akademiya Şehîd Şîlan ya leşkerî li herêma Dêrikê yekemîn dewreya perwerdeyê ya bi navê dewreya Şehîd Bêrîvan bi merasîmeke girseyî bi dawî kir. Di dewreyê de 34 endamên YPJ`ê di hêlên leşkerî û ramyarî de hatin perwerdekirin.


Her wiha bi armanca parstina Jinan û çareserkirina pirsgirêkên wê, di sala buhurî de li bajarên Qamişlo, Kobanê û Efrînê navendên Asayişê hatin ava kirin.


Yekemîn navenda Asayişa Jinan roja 7`ê gulanê bi rêvebirya Yekîtiya Star li bajarê Kobanê bi merasîmeke girseyî hate vekirin.


Roja 13`ê tîrmehê jî Hêzên Asayişa Jinê li Rojavayê Kurdistanê civîna xwe ya yekemîn li bajarê Qamişlo lidar xist, di civîna ku hemû jinên endamên hêzên asayişê tevlî bûn de kar û xebatên hêzên asayişa jinê hatin nirxandin.


Rêxistin û saziyên civakî


Roja 27`ê cotmehê li bajarê Kobanê yekemîn komeleya jinên "jinebî" bi navê komeleya Rohilat hate ava kirin.


Bi armanca parastina jinên ku rastî tundiyê tên, li bajarê Qamişlo rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan, bi beşdariya bi sedan jinên bajêr hate ava kirin.


Bi armanca xwertkirina têkiliyên bi jinên pêkhateyên herêmê re, Rêxistina Yekîtiya Star roja 7`ê mijdarê jî navenda Komîteya Pêwendiyên Diplomasî li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo vekir.


Roja 9`ê mijdarê jî Rêxistina Yekîtiya Star li bajarê Tirbespiyê navenda Pêwendiyên Diplomasî vekir.


(kn)