ROJEVA 18 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ

09:04

*Sîdar Hemdan di 5 saliyê xwede baliq dibe lê ji ber şert û mercê şer malbat nekarîn di heman demê de bibin nexweşxanê û derman bikin. Dayîka Sîdar Meryem Hemdan bi piştevaniya hewirdor keça xwe saleke tedewî dike û diyar kir ku rewşa Sîdar niha başe.

*Endama Meclîsa Daîmî a KCD'ê Mûlkiye Bîrtane zimanê medya ê mêr û êrîşên ku li hember jin pêk tê nirxand û diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê ji têkoşîna jinan ditirse ji ber vê medyayê navendî xistiye xizmetê xwe. Mûlkiye destnîşan kir ku li hember êrîşan têkoşîna jinan bilind bûye û got ku jin dê zimanê medya ê mêr buhere.

*Ferîde Kilinçpinar (66) piştî ku hevjînê wê astengdar dibe, bêy ku alîkariyê maddî ji kes bigre, barê malbatê hildide ser milê xwe û dest bi têkoşîna xwe a jiyanê dike. Ferîde bi tenê serê xwe herî zêde em dikarin li ber dezgehê bibînin.

*Jinên Şengalê diyar kirin ku ew bi azadkirina Şengalê gelek kêfxweşin û spasiya xwe ji hêzên YPG û YPJ'ê re xwestin. Jinan destnîşan kirin ku ew ji YPJ'ê hînê berxwedanê bûne û ew komkujiya ser Êzidiyan nepejrînin.