Endamên Bloka Aştiyê Cizîrê ziyaret kirin
18:18
JINHA
ŞIRNEX - Heyeta ku ji endamê Bloka Aşitiyê pêk dihat hat Cizîrê. Heyeta ku li taxên lê şer qewimiye lêkolîn kirin anîn ziman ku Cizîrê bi hevkariya gel birînê xwe derman kiriye û derman dike.
Heyata ku ji Bloka Aşitiyê pêk dihat Cizîrê ziyaret kir. Heyata ku piştî ziyareta Farqînê derbasî Cizîrê bû pêşî DBP û HDP’ê ziyaret kir dure derbasî taxên Yafesê û Nurê a ku berî çend rojan rastî êrîşên giran hatibû bûn û welatiyan guhdar kirin. Heyet piştî hevdîtinê xwe yên taxê derbasî Şaradariya Cizîrê bû û li vê derê daxuyaniyê da. Li vê derê hevserokê Şaradariya Cizîrê Kadir Konur bi xêr hatina heyetê kir û diyar kir ku hemû Kurdistan di halê Cizîrê de ye û tiştê herî hewce aştiye û wiha axivî: “ Ji bo ku mirov jiyanek di nav aştiyê de bijî divê mirov ked bide. Em hêvîdarin ku hûn têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê ji raya giştî re ragîhîn."
‘Weka ku du artêş werin hember hev’
Li ser navê heyatê jî Serokê Federasyonê komeleyê Rojhilat û Bakurê Rojhilat Abdulkerim Daş axivî û diyar kir ku Cizîr di warê têkoşînê de cihek dîrokiye û ev tişt anî ziman:” Dewle dîsa polîtkayên xwe yê inkar û imhayê xistiye dewrê. Bi rojan bajêr di bin dorpêçê de dimîne ev dewamakirina polîtîkayên xirab kirina gundane.” Abdulhekîm diyar kir ku birînê Cizîrê piranî bi hevkariya gel hatine derman kirin û wiha dewam kir:” Tiştê ku me li Farqînê dît weka ku du artêş werin hember hev û şer bikin hemû xanî hatine xirab kirin. Me dit deshilatdariya heyî li dijî demokrasiyê hereket dike û Kurdan dikşîne nav şer.” Abdulhekîm bang li hemû saziyên sivîl kir û xwest ku her kes here û tiştê heyî bi çavê xwe bibînin û li wê gorê tevbigerin.Abdulhekim binçavkirina Hevseroka Şaradariya Cizîrê Leyla İmret jî bi bir xist û got ku ew wek Bloka Aştiyê vê yekê şermezar dikin.
(ma/rc)
