Rêxistina WPD serdana jinan kir

13:00

 


GIRKÊ LEGÊ - Berpirsyara Rêxistina Jinebiyan ya Azadî û Demokrsiyê (WPD) Margaret Owen, li bajarê Rimêlan ji bo hevjînên şehîdan yên herêma Girkêlegê û Dêrikê hevdîtinek pêkanî.


Çalakvana Mafên Mirovan û berpirsyara Rêxistina Jinebiyan ya Azadî û Demokrasiyê (WPD) Margaret Owen, li bajarê Rimêlan bi hevjînên şehîdan yên herêma Girkêlegê û Dêrikê re hevdîtinek pêk anî. Civîn li Navenda Aram Tîgran ya Çand û Huner ya bajarê Rimêlan pêk hat.


Owen di hevdîtinê de ji ninan re axivî û da zanîn ku jin ji bo pêkanîna aşîtiyê xwediyê hêzeke mezin in. Owen got ku ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan yên derbarê azadiya jinan de gelekî bi nirx û watedarin. Owen her wiha da zanîn ku jinên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê berxwdaneke watedar birêve dibin û bal kişan ser tevlîbûna jinan ya di nava saziyên civaka sivîl û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de.


Owen di hevdîtinê de nêrînên jinên beşdar jî guhdar kirin û soz da ku ew ê dengên wan bighînin saziyên navnetewî. Owen her wiha da zaznîn ku ew ê hewil bide ku şaxê Rêxistina Jinebiyan ya Azadî û Demokrsiyê  li Rojvayê Kurdistanê jî veke.


(kn/ak/pk)