ROJEVA 19 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ
09:15
*Hevseroka Şaxa Buroya Kedkarên Sendîkayên Amedê Dilan Yakut di jiyana kar de zêdebûna mobîngan nirxand û got: "Emê xebatkar li hemberî zagonên tindiyê, hefarî, bêkarî, teşeronkarî, bê ewlehiyê û mobingan re bêjin 'bese.'"
*Şahidê qetil kirina Selamet Yeşîlmen gotin ku idiayê Qeymekamtiya Nisêbînê derewin û diyar kirin ku Selamet ji alî sekvanan ve hatiye qetil kirin. Keça Selamet Xalîse Yeşîlmen ku dayîka wê li ber çavê wê hatiye kuştin anî ziman ku dayîka wê herî dawî gotiye “Herin têkevin xanî û xwe xilas bikin.”
*Komusyona jinan a KESK'ê yên Wanê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya Jinê dara jiyanê çêkir. Hevseroka Şaxa KESK'ê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayît diyar kir ku armacan çêkirina dara jiyanê hinbûna hêvî û daxwaza jinê ye.
*Di 3 mehan de li Farqînê 6 caran qedexeya derketina kolanan hat îlankirin, zarok ji hewayê, tavê û lîstokên xwe bêpar man. Herî zêde jî di vê demê de hînî xwe veşartina ji ber bomba û guleyan bûn. Lîstokek a bi navê 'Jiyan Xweşe' ku di dema hovîtiya kampên yahudiyan de jiyana zarokekê vedibêje li Farqînê hat jiyan din.
*li bajêrê silêmaniyê bi dirûşmeya 'Nehîştina cûdakariyan û tundiya li dijî jinan" konferansek li ser rewşa jinên Herêma Kurdistanê hat lidar xistin.
