Du ji zarokên pêl mayînê kirin jiyana xwe jidest dan
13:44
JINHA
RIHA - Zarokên Kobanê yên pêl mayina ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû danîn kirin 2 jê jiyana xwe ji dest dan.
Çeteyên DAIŞ'ê yên ji ber şervanên YPG/YPJ'ê direvin mayinan datînin û mayinên çeteyan rê li ber mirina welatiyan vedike. Li gorî agahiyan, 2 roj berê çeteyên nêzî li gundê Beyadî yê li rojavayê Kobanê ye mayina danîbûn bi zarokan de teqiya. Di encama teqînê de Hemudê Ehmed Şêx (13) li cihê bûyerê jiyana xwe jidest da, Henifî Mihemed Osman (14) û Usame Reşit Osman (14) jî bi giranî birîndar bûn. Her du zarokên birîndar ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbasî Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê kirin. Henifî Mihemed Osman piştî mudaxaleya ewilî ew rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê û Usame Reşît Osman li nexweşxaneya Pirsûsê tê dermankirin. Henifî Mihemed Osman ligel hemû hewldanên rizgarkirinê jî vê sibê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Henifî ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Piştî otopsiyê cenazeyê Henifî ji bo definkirinê dê bibin Kobanê.
Hat ragihandin ku rewşa Usame ya li nexweşxaneya Pirsûsê tê dermankirin ber başiyê ve diçe.
(zt)
