ROJEVA 20 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ

09:20

* Dê di 20-21'ê Mijdarê de Ciwanên Rojhilata Navîn li Lubnanê bicivin. Di derbarê civînê de Rêvebera Jinên Ciwan ên Kantona Cizîrê Medya Qamişlo agahî da û got: "Bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê dê li Lubnanê civînek berfireh bê lidarxistin. Ji bo em bi serbikevin giringe ku em xwe birêxistin bikin û vîna xwe bikin yek li hember dijminên azadiya gelan asteng dikin bidin meşandin."

*Jinên bajarê Hesekê bi armanca nêzbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê bang li tevahî jinên Rojavayê Kurdistanê kirin ku wê rojê li qadanbin û dengê xwe bilind bikin.

*Girtiyên PAJK'ê di derbarê 25'ê Mijdarê de daxuyanî dan. Girtiyan diyar kirin ku hovîtiya ser Xwişkên Mirabel hatiye kirin hîna ser jinan berdewam dike û gotin: "Em bang li hemû jinan dikin ku li hemberî îreolojiya faşîst li xwerêveberiyê xwedî derkevin û tekoşîna xwe bilind bikin."

*Jinên Colemêrgê yên di Atolyeya Berikan de dixebitin diyar kirin ku ew hemû ta, dermanê rengkirinê û heya qedandina berikan hemûyê xwezayî çêdikin.

*Ligel Roja Mafê Zarokan ya Cihanê li Kurdistan û Tirkiyê mafê zarokan tê binpêkirin û zarok tên qetîlkirin. Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê bi îlankirina rêveberiya xweser 34 zarok ji aliyê polîs û tîmên taybet ve bi bombe û çekên giran hatin qetîlkirin.

*Jina bi navê Heybet Guven bi rojan e ku ji aliyê polîsan ve tê tacîz kirin û gefa îşkenceyê lê tê xwarin. Heybet diyar kir ku êrîşên ku li ser tê kirin tu carî qebûl neke û dê heya dawîyê li pêy mafê xwe be.