Li Licê û Hênê qedexe hat îlankirin
10:40
JINHA
AMED - Li 9 taxên navçeya Licê ya Amedê ku duh qedexe hatibû îlankirin vê sibê qedexe hate rakirin. Vê carê ji bo 11 taxên Licê û 9 taxên Hênê biryara qedexeya derketina derve hate îlan kirin.
Duh li 9 taxên Lîcê a Amedê qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin, sibê piştî ku qedexe li Lîcê rabû, vê carê ji bo 11 taxên Lîcê û 9'e taxên Hênê qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin. Di daxuyaniya Weliyê Amedê de li taxên Yukari Turali, Akçayurt, Kaledîbî, Başakli, Taşburun, Gûzelce, Karapilyar, Aşagiturali, Damlatepe, Çay, Horsel, Mezartarlasi, Siraevler, Karapilyarî a girêdayî navçeyê Hênê û li taxên Lîcê, Elmadere, Boyluca, Ayaz, Akçapinar, Şenlîk, Tuzlakoy, Şabek Komu, Agilcik, Erginkoy, Uysal û Bîrlikê di saet 05.00'ê sibê de qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin.
(rc)
