ROJEVA 21 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ

09:18

*Hevseroka Hijmara 2'emîn a Şaxa Egitim-Sen a Amedê Arin Zumrut girêdayî cudahiya di nava jin û mêran de tê jiyîn axivî û got: "Rakirina perwerdeya têkilhev weke ku pêdiviyek civakê ye didin nîşandan. Weke ku em li hemberî perwerdeya dibistanên îmam hatîbin bi aliyek wiha de dibin û dixwazin bi wî awayî ser kirinên xwe bigirin."

*Jinên Colemêrgê bertek nîşanî bêrêziya li cenazeyê 5 HPG yiyan hatî kirin dan û gotin: "Ev zilma ser cenazeyên gerillayên me tê kirin em qebul nakin. Bila Erdogan hedê xwe bizane. Divê dayikên gerilla û leşkeran li hemberi zilma Erdogan bibin yek. Netenê dayîk divê hemû kes li hemberî van kirinan destê xwe danin ser wijdana xwe û bi wijdanî nêzî van kirinan bibin."

*Bi pêşengiya Navenda Lêkolîn û Lêpirsîna Pirsgirêkên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin (DİKASUM) dê konferansa 'Emê bi hev re şidetê bidin rawestandin' bê lidarxistin. Seroka Daireya Polîtîkayên Jinan Yuksel Acar got: "Dê di dîrokê de şideta ser jinan, di rojevê de berdewamkirina wê û cureyên şidtê nîqaş bikin. Dê dibin roniya nirxandinan de ceribandin bên parkirin.

*Fermandara YPJ-Şengal Dersîm Şengal destnîşan kir ku Şengal bi hêza jinan a rêxistinkirî hatî azad kirin û ji bo 25'ê Mijdarê peyam da. Dersîm diyar kir ku jin bi parastina cewherî re wê berxwedana xwe kurtir bike û wiha got: "Hêzên YJA Star, YPJ û YPJ-Şengal bi kurkirina têkoşînê, nîşan da ku jin di 25'ê Mijdarê de çawan bijîn. Berî salek êrîşê me kirin lê bi hêzkirina parastina cewherî me bersiva xort da."

*STANBOL- Rojnamegerên êrîş û astengiyên li ser çapemeniyê nirxandin. Rojnameger Mehveş Evîn got ku Teqes li ser civak û jinê hişmendiyek bi tund tê meşandin. Mehveş diyar kir ku êrîşên li ser JINHA'yê astengkirina azadiya çapemeniyê ye.