ROJEVA 22 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ

10:34

*Peymangeha Şehîd Baz a hînbûna zimanê Kurdî li bajarê Girk Legê bi beştarbûna 120 endaman destpêkir.

*Bi armanca rasthatina 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê me mîkrofonê xwe dirêjî jinên Îzmîrê kir. Jinan gotin: "Em di nava dorpêça şîdeta civak û aboriyê de ne" û banga kur kirina berxwedanê û yekîtiya têkoşînê kirin. Jinan li hember şîdeta desthilatdariyê di 'parastina cewherî de' hem fikirin.

*Jinên Stenbolê bang li hemû jinan kirin ku li hemberî şidet, tacîz, tecawîz û qirkirinên dewletê û mêran dakevin qadan.