Li Geverê welatiyên li benda cenazene hatin gulebarankirin

11:56

JINHA

COLEMÊRG - Welatiyên ku li ser riya Şemzînanê li benda cenazeyên 2 welatiyên ku li Geverê ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin bûn rastî êrîşa polîsan hatin.

Welatiyên ku li ser riya Şemzînanê li benda cenazeyên 2 welatiyên bi navê Naîm Noyan û Mehmet Reşît Arici yên ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin bûn rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî gel kirin. Ciwanan jî bi keviran ve bersiv dan û xwe parastin. Herî zêde jin ji êrîşan bi bandor bûn. Polîsan êrîşî rojnamgerên ku nûçe dişopandin jî kirin. Piştî ku wesayîtên zirxî paşve hatin kişandin, welatiyan cenaze birin mizgefta Mehmet Şerîf Kutlar. Li riya Şemzînanê sekna deh hezaran welatiyan didome û hate gotin ku cenaze dê li Şehîdgeha Taxa Ormanê bên definkirin.

(zyd/zt)