Tundiya ser jinê bi lîsta "Qîrîn" hat vegotin

16:10

JINHA

WAN - Navenda Çanda Mezepotamyaya Wanê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina Jinan a Navnetewî Lihemberî Şidetê şano û sînevîzyon ên bi mijara tundiya ser jinê hatin pêşandan.

Bernameyên 25'ê Mijdarê li Wanê bê navber berdewam dike. Navenda Çand û Hûnera Mezepotamyaya Wanê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a Lihemberî Tundiyê, şanoya bi navê "Qîrîn" ya bi mîjara tundiya ser jinê hat pêşandan. Şano li Salona Navenda Çand û Hûnerê ya Nûdayê hat pêşandan. Aktivîstên KJA ya Wanê û Hevseroka DBP'ê ya Wanê Ceziye Duman û gelek kes tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de ji bo jinên di encama tundiyê de jiyana xwe ji dest dan û hatin qetîlkirin rêz hatin girtin. Piştî rêzgirtinê sînevîziyona bi mîjara tundiya ser jinê hat pêşandan û lêstîkvanên NÇM'ê lêstikên xwe yên bi navê "Qîrin" lîstîn.

'Mêr rastiya xwe nabîne'

Piştî pêşandana şanoyê Hevseroka DBP'ê ya Wanê Caziye Duman axivî û diyar kir ku bi sedsalan e jin ji ber hişmendiya mêran tine hatine dîtin û wiha got: "Hemû mêr bi hişmendiya desthîlatdariya ser jinê tundiyek mezin didin meşandin. Dîsa hemû mêr rûyên xwe yên tund nabinin. Lewra me lîstikek wiha fîkirî. Armanca me ew bû ku bi hezaran mêr di salonê de amade bûyan û rastiya xwe bidîtane. Armanca me ya herî bingehîn ew bû ku rastiya mêrê derxin ber çavan û rastiya xwe bidîtan e"

'Bila hemû jin li hember tundiyê li ber xwe bidin'

Caziye di dawiya axaftana xwe de gerilaya YJA-STAR'ê Kevser Erturk (Ekîn Wan) bibirxist û wiha got: "Îşkenceya leşkeran ya li ser bedana Ekîn Wan kurtahiya hişmendiya hemû mêri ye. Mêr li ser bedena jinê dixwaze jinê tune bike. Lê nizan e ku jin ji bedena xwe şerm nake. Eger îro em binêrin li Kobanê jin bedenên xwe li hember şer xistina mertal û li hember zilmê li ber xwe didin. Tundiya li ser jinê ne tenê li Tirkiyê û Kurdistanê li hemû cihanê wek hev e û ji ber vê yekê divê hemû jin li hember tundiyê li ber xwe dibin."

Bername piştî axaftina Caziye bi dawî bû.

(ga-ho/zt)