ROJEVA 23 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ
09:02
*Navenda Şêwirmendiya Jinan Berfîn a ku dibiniya Şaredariya Sêrtê de xebatên xwe dimeşîne bi qursên vekirine jinan ji malê derdixin û navendên îstihdamê zêde dikin. Ji ber jin eleqeyek mezin nîşanî qursan didin dê proje bên zêdekirin û herêmên îstihdamê bên zêdekirin.
*Girtiya siyasî Zeynep Celaliyan a ku di sala 2008'an û şun de li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rêjima Îranê ve tê girtin û rastî cezayê muebetê hat, her ku diçe rewşa tendûristiya wê bernebaşiyê ve dîçe û jiyana wê di xeteriyê de ye. Zeynep Celaliyan ligel tecrît û rewşa nebaş di nav şert û mercên giran de li hemberî zilm û zordariyê li ber xwe dide.
*Jina bi navê Yildiz Alpdag ya 34 salî, hêj di 15 saliya xwe de ji aliyê malbata xwe ve bi zorê hat zewîcandin û bi salan ji aliyê hevjinê xwe ve rastî tundiya giran hat. Yildiz parastina xwe ya rewa kir û jiyana xwe tundiya mêr xilas kir. Yildiz a ku niha bi zarokên xwe re bi şad û baxtiyar dijî diyar kir ku bila hemû jin bi parastina rewa jiyana xwe ji destê mêran rizgar bikin.
*Yrd. Doç. Dr. Lulufer Korukmez, diyar kir ku jinên reşik ên ku her roj rastî newekheviyê tên dibin şideta civakîdenin û got: "Bi giyanî dibin tindiyan de tên perçiqandin. Em dizanin li Tirkiyê jin çiqas rastî şidetê tên. Ser vê de jî reşikbûnê zêdebikin hîn tindî zêdetir dibe."
*Parlementera HDP'a Stenbolê Hûda Kaya got, "Bi rihê bûyîna Meryeman, Zeynepan em bang li tevahî jinan dikin ku têkoşîna xwe bilind bikin." Parlementera CHP'ê a Îzmîrê Zeynep Altiok jî got, "Li dijî pergala şîdetê a 13'e salan têkoşîna hevpar şerte." Alîkarê Serokê Giştî a EMEP'ê Şûkran Dogan diyar kir ku, li Tirkiyê berdewamiya şîdeta ser jin di çerçoveyê hebûna dewletê de tê rêvebirin û banga têkoşînê kir.
