Li Geverê di roja 4'an de qedexe rabû

09:34

JINHA

COLEMÊRG - Li navçeya Geverê qedeşeya derketina kolanan li roja 4'emîn de bi berxwedana gel hate rakirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê qedexeya derketina kolanan a ku di 20'ê Mijdarê saet 20.00'an de hatibû îlankirin, di roja 4'emîn de bi dawî bû. Serê sibehê ji hoporlorên mizgeft û wesayîtên zirxî anons hatin kirin û hate gotin ku qedexe bidawî bû. Di îlankirina qedexeyê de bi zêdebûna êrîşên ser gelê Gerverê de welatiyên bi navên Mehmet Reşît Arici û Naîm Noyan hatibûn qetilkirin û gelek kes jî hatin birîndarkirin.

(zt)