Li Geverê Asya Yalçin bi guleya polîsan giran birîndarbû

09:35

JINHA

COLEMÊRG - Di saetên serê sibê de carekdinê polîsên tîmên tayîbet taxa Cimhuriyetê a Geverê gulebaran kirin. Di gulebaranê de dayîka 4 zarokan Asya Yalçin giran birîndarbû. Ji ber rewşa Asya giran bû ew sewqî Wanê hate kirin. Lê ji ber ku ambulans tune ye Asya li Geverê tê rawestandin.

Li navçeya Gever a Colemêrgê, beriya ku qedexeya derketina kolanan a ku roja 4'an berdewam dikir were rakirin, polîsên tîmên taybet jinek din jî bi çekan birîndar kir. Li Taxa Cimhuriyetê jina bi navê Asiye Yalçin a dayîka 4 zarokane dema ku di saet derdora 06.00'an de ji bo xweliya sobeya malê birijîne derket ber derê mala xwe hate gulebarankirin û giran birîndar bû. Hat zanîn ku polîsan ji wesayîta zirxî ya tîpa kobra, Asya gulebaran kir û di encama êrîşê de Asya ji pişt û milê xwe birîndar bû.

Ambulansa ku hate cihê bûyerê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Li ser vê yekê malbata Yalçin li Miduriyeta Emniyetê ya Geverê geriya û lê ji emniyetê bersiva "Bihêlin bila li wir bimire, hun terorîstan ji baxçeya xwe derxin" girt. Li ser bersiva emniyetê, malbat Yalçin ew bi wesayîteke sivîl rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Piştî mudaxaleya ewil, sewqa Asya ji Wanê re hate derxistin. Ji ber ku ambulans tune ye Asya li Geverê tê rawestandin.

(zyd/zt)