Gundê Xemayêl hate rizgarkirin
14:33
Mijdar
23
/ 2015
JINHA
HESEKÊ - Hêzên HSD’ê ku li başûrê Hesekê operasyonên xwe didomînin, gundê Xemayêl ji çeteyan rizgar kir.
Operasyona Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) ya ku di 30’ê Cotmehê de li başûrê Hesekê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin di roja 25’an de didome. Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê ji herêma operasyonê ragihandine, hêzên HSD’ê saet derdora 13.00’an de gundê Xemayêl ê ku 15 km dikeve başûrê Hesekê ji çeteyan rizgar kir.
(rc)
