ROJEVA 24 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ
09:04
*Hevseroka Diyar TUHAD-DER'ê Leyla Ayaz di derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçe zêde dibe û qirkirinên li herêmê berdewam dike nirxandin kir.
*Peymangeha Şehîd Roza Cûdî ya Zanist û Perwerdehiyê bi beşdarbûna 99 jinan li bajarê Dirbêsiyê dest bi perwerdehiya nû kirin. Şagirtên ku beşdarî perwerdeya peymangehê bûne wiha gotin: "Divê tevahî jin cihê xwe di nava xebatê avakirinê de bigrin û pêşengiya ziman bikin. Ji ber şoreşa me wê bi temamî li ser ziman bi serbikeve."
*Civaknasa Navenda Rojîn ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê Ruken Ozdemîr xwe kuştina jinan nirxand û destnîşan kir ku xwe kuştina jinê pirgirêkek gerdûniyê û divê di bingehê de bê çareser kirin. Ruken daxuya kirin ku ji maha Adarê û şun de 28 jin li ser navê xwekuştinê hatine qetîlkirin û temenê xwe kuştinê ketiyê binê 12-13'an.
*Di pankatê ku îsal ji bo 25'ê Mijdarê hatine amade kirin de tûndiya dewletê ya ser jinê daye meşandin derket pêş. Li Cizirê wênyên 5 jinên di dema dorpêçê de hatine qetilkirin û wênyên Ekîn Wan hat daliqandin. Yasemîn İnanç diyar kir ku wan îsal bernama xwe di bin siya şer de amade kiriye û ew hemû çalakiyê xwe diyarî 5 jinên ku li Cizirê hatine qetil kirin dikin.
*Di operasona li Lice-Hani-Korazê hatî despêkirin de gerilayek HPG'ê jiyana xwe jidest da. Ji bo ku gundî cenaze bigirin bûn mertalên zindî û çun cihê bûyerê. Ji gundiyên ji bo girtina cenaze çun Kadriye Akyil diyar kir ku ew rastî topbaranê hatin û got: "Me hema xwe avêt erdê û bi saetan me xwe bi xişikandinê gihand cenaze. Dema ku canê me jî girtibana me cenazeyê xwe li wê nedihêla. Di dawiyê de me cenazeyê xwe dît û girt."
