Nasnameya ciwanê ji hêla polîsan ve hat kuştin diyar bû

10:23

JINHA

AMED - Hat ragihandin ku nasnameya ciwanê şevê din li navçeya Farqînê di encama gulebarana wesayîtê de jiyana xwe ji dest da, Murat Aktar ê 22 salî ye.

Li navçeya Farqîna Amedê şevê din polîsan ser rêya Bedlîsa kevin a li taxa Bahçelîevlerê wesayîta sivîlan gulebaran kirin û di encama gulebaranê de ciwanek jiyan xwe ji dest dabû. Hat ragihandin ku ciwanê jiyana xwe ji dest da Murat Aktar ê 22 salî ye. Cenazeyê Murat ji bo otopsiyê rakirin Amedê û piştî otopsiyê di derengiya şevê de dîsa birin Farqînê.

Tê payîn ku cenzeyê Murat di seatên pêş de li Goristana Şeyh Halîl were definkirin. Her wiha di seatên serê sibê de polîsan li taxa Konakê bi ser gelek malan de girtin û welatiyê bi navê Yaşar Şîmşek binçav kirin.

(rc)