Di bin navê întiharê de kirina cînayetan...

14:13

 


DERYA CEYLAN /TÊKOŞÎN TEKÎN


  JINHA


AMED - Şêwirmenda navendi ya Kardelen a Jinan Derûnînas Eda Erdener diyar kir ku di encama lêkolînên hatîn kirin de piraniya întiharên jinan di herêmê û tevahiya Tirkiyeyê de ji ber rewşên fîzîkî û deronî rastî xwekuştinan tên û wiha got: "Jin ji bo li hember bi şidet û demdirêj zewacê, tacîz û tecawîzê naxwazin bêdeng bimînin. Li rêya xelasbûna ji wê digerin. Li vir divê rêxistina jinan rolekjî giring bilîzin. Xwe bigihînin tevahiya jinan, ji bo xwe bi tenê hîsnekin û ji bo bê bihîstin her roj li qadan xebat bên kirin."


Dema ku li Êlihê 36 jinên ciwan dawî li jiyana xwe anîn Navenda Jinan a Amedê (KA-MER) li herêmê dest bi xebata lêkolînekê kirin. Di encama lêkolînên wan de rapora ku hatî amadekirin de hat diyarkirin ku li herêmê xwekuştina jinan daketiye 10 saliyê. Li gorî raporê li Botanê jinên ku xwekuştîn ji sedî 16 temenê wan di navbera 10 - 14'e saliyan dene. Ji sedî 64 temenê wan di navbera 15 û 19 salî dende. Ji sedî 19.2 temenê wan di navbera 20 - 29 dene, sedî 3.5 temenê wan di anvbera 30 û 34 salî dene. Endama Navenda Şêwirmendiya Jinan a Kardelenê Derûnînas Eda Erdener dazanîn ku sedemê sereke yê xwekuştina jinan deshilata zêhinyeta mêrane ya ku jinê bêçare dihêle. Erdener destnîşankir ku malbatên ku deshilatiya zêhiniyeta mêran têde pir bi bandor yek ji sedemên jin zêdetir tuşî xwekuştinê dibin divê jin bên zewicandin û dema ku dixwazin dev ji hevserê xwe berdin jî newêrin bêjin, dema ku bêjin malbat wan neçarî xwekuştinê dikin.


'Divê jin bi tenê neyên hiştin'


Eda got: "Dema ku dibêjin xwekuştina jinan ji ber sedemên derûnîya hêsan lê tê nêrîn. Sedemên ku jinan dide zorê   ji bo xwebikujin, bêçaremayîna jinan ya li hemberî zext û zoriyên malbatêne." Eda derbirî ku tenê xwekuştina jinan weke sedemekî deronî bê nêrîn dê kêm bimîne û dê xebatên rêxistina jinan jî di vî aliyî de teng bimînin û wiha domand: "Jin ji bo li hember bi şidet û damdirêj zewacê, tacîz û tecawîzê naxwazin bê deng bimînin li rêya xelasbûna ji wê digerin. Jiber rê nayê nîşandana wan, her ku diçe jin bitenê dimînin, xwekuştinê weke amêra xelasiyê dibînin. Li vê derê jolê rêxistina jinan giringe. Divê xwe bigihînin hemû jinan, ji bo xwe bi tenê hîsnekin bên bihîstin divê her roj li qadan xebat bên meşandin." Eda diyarkir ku gelek jinên ku rêxistina jinan xwe gihandinê niha di rewşekî pir cudene. Eda dazanîn ku jin êdî naxwazin tenê di mal de runin û xwarinê çêkin, yan jî dema ku bi şev hevserê wê hat mal paşê îskenceyê bibîne û di xwazin li hemberî şidetê bi awayekî rêxistinî tekoşînê bikin.


'Sipartina malan jinan na parêze'


Eda destnîşankir ku Sipartina malan têra parastina jinan nake. Eda diyarkir ku divê ji bo parastinê serî li saziyên jinan bidin. Ji bo 24 saetan polîs jinan teqîb nekin ji ber vê sedemê di sipartina malan de jin nayên parastin. Eda derbirî ku di sipartina malan de bi navê ji ber rewşa deronî jin kuştî tên dîtin û got: "Her dem jin 'dewlet biryara parastinê jî derbêxe piştî ku polîs 24 saetan min bişopîne paşê jî ezê bêm kuştin' em rastî jinên ku bi vî awayî di fikirin hatin. Ji li hemberî hiqûqê pirsgirêka parastinê dijîn. Heta gelek jin ji ber van sedeman ji tekoşîna ku didan xwe paşvekişandin û vegeriyan malên xwe."


'Jinan qategorîze dikin'


Eda destnîşankir ku jinên ku dest ji hevserê xwe diberdin  êdî nikarin di nava civakê de hêsan tev bigerin û wekî jina bî tê zanîn. Eda, anî ziman ku bi salan jin wekî mûhtacê zilam hat dîtin û bi aborî pêve hat girêdan. Piştî salan di bin bando û dethilatdariya zilam de ma, niha tenê bêje jiyanek serbixwe ava bike û têr nake. Ji ber ku dema jin ji hevserê xwe biqete dê bî bimîne û di nava civakê de cuda tê dîtin. Ji ber vê yekê divê bingehê vê yekê bê avakirin. "


‘Jin 2 caran dibe wêderkirin'


Eda, destnîşan kir ku jinên hevserê xwe berdidin, ji aliyê malbatê ve jî rastî bertekên hişk tên û wiha got: "Jinên ku biryara berdanê didin rastî bertek û nerazîbûnên malbatê tên. Malbat ji jinê re dibêjin ‘Me carekê tu zewicand. Tu dê li wir bimîne. Li çareya serê xwe binere' û wê bi tenê dihêlin. Ji ber vê yekê niha bi hezaran malbat li gel rastî tundiya hevserê xwe tên, newêrin hevserê xwe berdin." Eda, anî ziman ku di hişê civakê de zarok aytî bav tê qebûlkirin û malbat dixwaze dema hevserê xwe berda jî zarokên xwe bihêle û bê malê. Eda, anî ziman ku zayend û nijadî digêje hev, ji bo jinê bingehek xerab ava dibe û wiha berdewam kir: "Hem jin e, hem jî kurd e. Ji ber ku kurd e rastî tundiya dewletê tê. Ji ber ku jin e jî rastî tundiya malbatê tê. Jin hem ji aliyê dewletê ve û hem jî ji aliyê malbatê ve tê wêderkirin. Jin du caran tê wêderkirin."


'Barekî giran dikeve ser tevgera jinê'


Eda, da zanîn ku barekî giran dikeve ser tevgera jinê ya ku ji bo mafê jinan têkoşînê dide û wiha got: "Ez niha li saziyek jinê dixebitim. Malek me ya starê heye. Stargehek heye. Ez her dem difikirim ku berî ku jin bê kuştin çima me xwe negîhand wê? Çima em ne li cem wê bûn? Çima me ew negirt? Çima ew qas bê çare me? Ez gelek caran ji ber ku em kêm xebitîn xwe tawanbar dikim. Ji bo dawî li întîhar, tundî, tecawiz û tacîza li ser jinê bê, barekî giran û zêde dikeve ser milê tevgera jinê."


Eda, bal kişand ser polîtîkayên hikûmeta AKP’ê û da zanîn ku li ser jinan polîtîkaya tundiyê dimeşîne û wiha berdewam kir: "AKP bi polîtîkayên xwe yên muhafazakâr dixwaze jin di malê de bimîne û zarokan çêke. Demekê bi peyamên kurtajê ket rojevê. Lê ev helwesta AKP'ê rastî bertekên jinên feminist hat." 


'Jin di bin zextan de ye'


Aktîvîsta Komeleya Jinan a Cerenê Berivan jî anî ziman ku jin li malê her dem di bin zextên malbatê û pergala ku serdest bav e de dij û wiha got: "Zilam hem li malê û hem jî li kar dixwase serdestiyê li ser jinê bike. Di pêkanîna tundiyê de xwe xwedi maf dibîne. Jin jî vê yekê êdî asayî dibînin. Sedema vê yekê modela bav ya di malbatê de ye. Modela hikûmetê ya têkildarî jinê rast yanê vegotin. Ev guhertinên zagonan bêtir pergala malbatî û pergala zilamê serdest xurt dike"


'Em dê li dijî serdestiya feraseta mêr bixebitin'


 


Berivan, destnîşan kir ku dema li hemberî vê polîtîka û hişmendiyê têdikoşin, ev hişmendî û feraset bêtir xwe xurt dike û got: "Divê têgeha civakî berî her tiştî ji pergal û rola mêrtî û jintiyê xwe xelas bike. Heta ku xwe ji vê hişmendiyê xelas neke întîhar bi dawî nabin. Em wekî ji bo dawî li întîharan bînin em dê têkoşîna xwe ya li dijî hişmendiya mêr xurt bikin. Ji bo tunebûna feraseta mêr têkoşîn û xebatên me yên perwerdehiyê dê berdewam bikin."


(zt/pk)