Ayşe Gokkan: Xweparastin mafekî rewa ye

13:21

JINHA

MÊRDÎN - Kongreya Jinên Azada (KJA) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Navnetewîn panelek a bi ser navê "Parastina rewa mafek e" li darxist. Endama Komîsyona Dîplomasiyê ya KJA'yê Ayşe Gokkan di panelê de diyar kir ku xweparastin mafekî rewa ye û got ku ji bo dawî li tundiya dewletê were divê jin parastina xwe pêk bînin.

Li navçeya Atukluya Mêrdînê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Hevgirtin û Têkoşîna Navneteweyî ya li Hemberî Tundiya Jinan li Salona AKM'ê panlek li dar xist. Panela ji hêla KJA, KESK, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Artukluyê hat lidarxistin, parêzer Reyhan Yalçindag, endama Komîsyona Dîplomasiyê ya KJA'yê Ayşe Gokkan, Hevseroka Federasyona Komeleyên Êzidiyan a berê Dr. Leyla Ferman wekî panelîst tevlî bûn. Li salonê maketên jinên hatine kuştin û pankarta "Tundiya li hemberî jinan bîrdozî ye, parastina rewa maf e" daliqandin.

'Li hemberî tundiyê parastina rewa'

Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mekiye Guzel moderatoriya panelê kir. Ayşe Gokkan diyar kir ku xweparastin mafekî rewa ye û got ku ji bo dawî li tundiya dewletê were divê jin parastina xwe pêk bînin.

Dr. Leyla Ferman jî der barê bandora şer a li ser jinên Êzidî de agahî da. Ferman diyar kir ku herî zêde jinên Êzidî ji şer bandor bûne û anî ziman ku niha jinên êzidî ji bo jiyaneke azad têdikoşin. Parêzer Reyhan Yalçindag jî li ser mafê jinan axivî û mafê jinan ên hiqûqî bi bîr xist.

Panel pirs û bersivan berdewam kir.

(ho/rc)