Parlementerên HDP'ê ber bi Nisêbînê ve ketin rê
13:23
JINHA
MÊRDÎN - Ji bo piştevaniya berxwedana gelê Nisêbînê parlementerên HDP'ê ber bi Nisêbînê ve ketin rê.
Di roja 12'an de qedexeya derketina kolanan ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê berdewam dike. Di êrîşên bin dorpêçê berdewam dikin de 8 welatiyan jiyana xwe jidest dan. Gireva birçîbûnê a ku parlementerên HDP'ê Gulser Yildirim û Ali Atalan dayî despêkirin di roja 6'an de berdewam dike. Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ali Aslan, Parlementerê Sêrtê Kadri Yildirim, Parlementerê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Palrementerê Îdirê Mehmet Emin Adiyaman, Palementerê Îzmîrê Muslum Dogan, rêveberên navend û navçeyên Mêrdînê jî di navê de gelek welatî ber bi Nisêbînê ve ketin rê. Welatî bi palementerên HDP'ê ve ji bo başdarbûna berxwedana gelê Nisêbînê ve ber bi navçeyê ve ketin rê.
(zt)
