Di ketina Nisêbînê de parlementer hatin asteng kirin

13:39

JINHA

MÊRDÎN - Parlementerên HDP'ê yên li hemberî qedexeya derketina kolanan a ku di roja 12'an de li Nisêbînê berdewam dike ber bi Nisêbînê ve ketin rê di ketina navçeyê de hatin asteng kirin.

Parlementerên HDP'ê yên ku li hemberî qedexeya derketina kolanan a ku di roja 12'an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê berdewam dike piştevaniya berxwedana gel bikin ber bi navçeyê ve ketin rê, di ketina navçeyê de ji aliyê polîsan ve hate asteng kirin. Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ali Aslan, Parlementerê Sêrtê Kadri Yildirim, Parlementerê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Palrementerê Îdirê Mehmet Emin Adiyaman, Palementerê Îzmîrê Muslum Dogan, rêveberên navend û navçeyên Mêrdînê jî di navê de gelek welatî jî heyî ku hewildidin têkevin navçeyê ji aliyê polîsan ve hatin asteng kirin. Ji bo derbaskirina astengiya polîsan parlementer di nava hewildanan denin.

(zt)