Qanûneke dîsa bi zimanê zilam hatiye amadekirin: 4+4+4

17:14

 


Gulşen KOÇUK


ENQERE -  Modela perwerdehiya 4+4+4 bû qanûn, lê nîqaşên li ser mijarê, bi dawî nebûn. Endama Komeleya Jinan a Selîsê Semra Kiratli berteka xwe bi gotinên “Dîsa qanûneke ku bi zîhniyeta zilam hatiye amadekirin” anî ziman. Sekretera Navenda Giştî ya Egîtîm Senê Sakîne Esen Yilmaz got “Perwerdehî bûye qadeke rantê.” Parlementera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan jî got “AKP di pergala perwerdehiyê de bi vê modelê çareserkirina pirsgirêkan zehmettir dike.”


 


Pergala perwerdehiyê ya mecbûrî, di sibatê de hat rojevê û di 30’ê adarê de li Meclîsê hat erêkirin. Şiroveya, “Hikûmeta AKP’ê ev modela 4+4+4, li hemberî perwerdehiya mecbûrî ya 8 salan derxist” hat kirin. Li gel hemû bertekên neyînî  jî, hat qebûlkirin û bû qanûn. BDP, Eğîtîm Sen û gelek saziyên civakî yên sivîl jî lî hemberî modela 4+4+4 ê xwe neqayîl kirin. Tekane partiya ku piştgirî da vê sîstema perwerdehiyê, MHP bû. BDP, CHP û STK’an, anîn ziman ku Hikûmeta AKP’ê di pêvajoya vê qanûnê de fikrên wan negirtiye û di şûna ku pirsgirêkên heyî  yên di vê perwerdehiyê de çareser bike, li ser van pirsgirêkan sîstemeke din ava dike.


‘Li Başûrê Rojhilat asîmilasyon wê zêde bibe!’


Rêvebera Komeleya Selîsê Semra Kiratli ku ji bo jinên emrê wan di ser 15 salî de xebatên civakî, psîkolojîk û hiqûqî dimeşîne û di sala 2002’an de li Amedê hatiye avakirin, aliyê qanûnê yê civakî nirxand. Semra diyar kir ku di dema derxistina zagonê de AKP bi awayekî dîktatorî tevgeriyaye. Semra, desnîşan kir ku lazim e mijarekî wekî perwerdehiyê ku gelek girîng e, ji aliyê hemû civakê ve bê nîqaşkirin. Semra got ku, peyva ‘Bê pere’ ji qanûnê hatiye derxistin û bi vî şiklî zarokên malbatên xizan, wê nikaribin ji perwerdehiyê bi hêsanî sûd bigirin. Semra, der birî ku mamoste jî wê ji ber vê qanûnê mexdûr bin û ev tişt gotin: “Li gorî vê xebatê, 50 hezar mamoste wê bimînin. Ev jî tê wetaya ku tenê li Amede 1000 mamoste wê ji derve bimînin.” Semra pakêtên di sîstema nû de hatiye amadekirin jî nirxand û pakêtên, ol, zanistên civaki, zanistên fenê jî wiha rawe kir: “Ji bilî pakêta ol, tu binesaziyên pakêtên din tuneye. Pêşeroja zarokan maye li benda rehma rayedarên dibistanê.”


‘Qanûn bi hişmendiya zilam hatiye çêkirin’


Semra, da zanîn ku di qanûna 4+4+4 de tu nêrînên sazî û rêxistinên jinan nehatiye girtin û got, “Qanûn bi hişmendiyeke zilam hatiye çêkirin.” Semra got ku bûyerên destdirêjî, destavêtin û kuştinên jinan, encama sîstema perwerdehiyê ya heyî ye û da zanîn ku ev qanûn jî, berdewama vê sîstemê ye. Semra anî ziman ku berê, tenê kademeya 4 salên destpêkê mecbûrî bû, lê ji ber têkoşîna jinan, hemû kademe niha bûne mecbûrî.


‘Zanîna me ya têra rexnekirina qanûnê bike jî tuneye’


Endama Akademiya Jinê ya Amargî ya Stenbolê Dîlara Kizildag, nêrînên xwe yên têkildarî qanûna perwerdê ya 4+4+4 a beş bi beş û mecbûrî ku di 30’ê adarê de hat erêkirin, vegot. Dîlara, der barê qanûna perwerdê ya 4+4+4 a ku dema hate erêkirin jî wek xaçepirs di hişê mirovan de mabû de, diyar kir ku ji gel, ji mamosteyan nehatiye pirsîn, nehatiye nîqaşkirin, hatiye erêkirin. Dîlara anî ziman ku fikara der barê vê qanûnê de mafdar e. Dîlara, destnîşan kir ku perwerdehî bi ferzkirineke ji jor ve dimeşe û wiha pê de çû: “Perwerdehî, amûreke ku mirov ditewîne, xar dike, yekreng dike, cudahiyên me dihêre, şîdet, serîtewandinê erênî dike ye.” Dîlara, destnîşan kir ku di pêvajoya erêkirina qanûna perwerdehiyê ya 4+4+4 de, hatiye dîtin ku qanûn çiqas demokratîk e. Dîlara, bi bîr xist ku zarok di 5 saliya xwe de dê herin dibistanê, di 9 saliya xwe de dê biryar bidin ku wê perwerdehiya xwe çawa bidomînin. Dîlara anî ziman ku mirov nikare vê yekê qebûl bike.


‘Perwerdehî bû qada rantê’


Sekretera Navenda Giştî ya Egîtîm Senê ya Enqereyê Sakîne Esen Yilmaz, qanûnê wekî kedkareke perwerdehiyê şîrove kir. Sakîne, anî ziman ku dema di sîstema perdehiyê de guhertin bên çêkirin, divê nêrînên perwerdekaran jî bên girtin û destnîşan kir ku perwerdehî bûye qadeke rantê. Sakîne bi bîr xist ku dema di sîstema perwerdehiyê de guhertin hatiye çêkirin, serî li nêrîna wan nedane û wiha got: “Ev jî têr nekir, bi ser de, tiştên ku me bi rêya çapemeniyê anîn ziman jî, nehatin nirxandin.” Sakîne bi bîr xist ku endamên Egîtîm Senê ji gelek bajaran, ji bo hatina Enqereyê bi rê ketine, lê rastî astengiya bi rêya binçavkirinê hatine. Sakîne, got ku li qadan jî, bi gaza îsotê û copan hatine astengkirin. Sakîne, careke din dûbare kir ku perwerdehiya demokratîk û bi zimanê zikmakî dixwazin. Sakîne, anî ziman ku dersên bijare yên wekî ‘Kur’an ’ û ‘Jiyana Pêxember’ jî, li derveyê prensîba laîqtiyê ya di perwerdehiyê de ne.


‘Zarok jî dê bibin yekreng’


Sakîne, da zanîn ku li gorî nêrîna wan, bi rêya sîstema qademeyî, dê di rêjeya çûyîna dibistanê de, kêmbûn çêbibe. Sakîne, “Ev tê wê maneyê ku, dê karkeriya zarokan û hejmara bûkên zarok, zêde bibe.” Sakîne, destnîşan kir ku her wiha di mamosteyên polê yên qedemeya yekemîn de qadro zêde bin, di qademeya duyemîn de jî dê kêmasiya mamosteyan derkeve holê. Sakîne, da zanîn ku amadekariya Wezareta Perwerdeya Netewî ya ji bo çareseriya van pirsgirêkan, tuneye. Sakîne anî ziman ku bi sîstema nû ya perwerdehiyê, hîmên perwerdehiya bi pere jî tên avêtin û zarokên xizanan, dê nikaribin perwerdehiyê bibînin. Sakîne, fikarên xwe wiha rêz kirin:


"Em bi fikarin ku bi perwerdehiyek sentezkeriya Îslama Tirk a xweparêz (muhafazakar), zarokan bixin yek tîpî. Her wiha bi pergala sertîfakayê, dê berê xwendekaran bidin qursên derveyê dibistanê. Ev jî tê wê wateyê ku deriyên nû yên rantê vedibin. Pergala perwerdehiyê, berê xwendekaran dide dibistanên  pîşeyê. Piyase, dê pêdiviya xwe ya xebatkaran jî ji vir bigire û ev pêdivî jî dê ji xwendekarên mêr pêk were."


 ‘Perçeyek ji veguherîna Neo Lîberal e’


Parlementera Amedê ya BDPyê Nursel Aydogan, destnîşan kir ku Hikûmeta AKP’ê perwerdehiyê jî  li gor berjewendiyên xwe saz dike û ji bo îdeolojiya xwe jî, wekî amûrekî bi kar tîne. Nursel anî ziman ku, nêzikayiya wan a herî berbiçav jî, ev sîstema perwerdehiyê ya 4+4+4 e û wiha got: “Pergala perwerdehiya 4+4+4  jî, perçeyek ji veguherîna Neo Lîberal e.Ev veguherîn li ser navê teknolojiyên înformatîk, dê bibe bazareke qirase û sîstema perwerdehiyê, dê bi tevahî  têkeve bin banê  sermiyanan.” Nursel destnîşan kir ku, Hikûmeta AKP’ê piştî ku modela 4+4+4 kir qanûn, çareserkirina jiheveqetîna civakî zehmettir kir. Nursel diyar kir ku ev sîstem her wekî  ji xizan, astengdar, kurd, jin û hemû kesên din re bêje ‘Ji cihê xwe nelivin’.  Nursel wiha got: “Dê ev sîstem di sala perwerdehî  û hîndekariya 2012-2013’an de dest pê bike û ji bo sermayeyan hîn di temenên zarokbûnê de hêza kar ên erzan bighîne. Kesên ku ji Lîseyên Pîşeyî mezûn bûne, piraniya wan an bê kar in an jî ji xeynî pîşeyên xwe, di hemû karên heyî de bê ewle dixebitin û pereyê herî kêm digirin, qey haya wan ji vê awayê tuneye?” Nursel da zanîn ku desthilatan heta niha wekî madeya xam li xwendekaran nihêrtiye û li gor dilê xwe xwestiye şikl bide wan. Nursel anî ziman ku li gor guherînên desthilatan û têkiliyên hilberiyî, pergala perwerdehîyê jî timî hatiye veguherandin û di nav gelemşeyê de hatiye hiştin. Nursel diyar kir ku Hikûmeta AKP’ê bi vê pergala perwerdehiyê ya nû, jixwe nikare pirsgirêkan çareser bike, berovajî vê yekê, dê pirsgirêka jiheveqetîna civakî kûrtir bike.


‘Dê Xwendekarên Jin Kêm Bibin’


Nûrsel anî zîman ku samîmiyeta Hikûmeta AKP’ê dê bi nêzîkahiya guhertinên perwerdehiyê  derkeve holê û wiha got: ”Heta ku perwerdehiyê wekî  îdeolojiyê  bibîne, dixwaze bila bike 4+4+4, an 1+1+1+1, an jî 5+10, kîjan modelên perwerdehiyê jî bîne, dê bi ser nekeve. Di modêla ku tînin de, sîstema perwerdê ya ku nahêle perwerdehiya bi zimanê dayîkê çêbibe, perwerdehî li ser bingeha ji nû ve avakirina îdeolojiya fermî ya yekparêz ava dibe, cudaxwaziya çînî û herêmî ya heyî, dibistanên leylî, pêkanîna perwerdehiya bi barkêşiyê, sîstema perwerdiheya navenda wê azmûn e, didome. Dê pirsgirêkên bingehîn ên perwerdehiyê, yên wekî pêşkêşkirina perwerdehiyê ya ji bo piyaseyê, cudaxwaziya zayendî, tunekirina mafên civakî û aborî yên kedkarên perwerdehiyê, kadrobûyîn,  bi sed hezaran mamosteyên nebûne xwedî erk, çareser neke. Dê ji bo bendewariyên civakê nebe bersiv, dê nehêle perwerdehiyeke demokratîk, azad û zanistî sazî bibe.” Nursel, diyar kir ku di perwerdehiya lîseyê de alternatîfa perwerda aşkera (Açikogretim) heye û destnîşan kir ku hejmara jinên diçin dibistanê, dê bi awayekî balkêş, kêm bibe. Nursel, da zanîn ku BDP perwerdê wekî amûreke îdeolojîk nanirxîne, wekî dînamîka herî bingehîn a  veguherîna civakî, azadbûn, pêşketina nêrîna afirîner û rexnekar dibîne. Nursel, bi bîr xist ku BDP’ê têkildarî perwerdehiya bi zimanê zikmakî, perwerdehiya bi pirzimanî, gelek teklîfên qanûnê, pêşnûmeyên lêkolîn û pirsê pêşkêşî Meclîsê kirine. Nursel, got ku ev pêşniyar her tim ji aliyê desthilatiya AKP’ê ve hatine redkirin.


Fotograf-Kamera: Gulşen KOÇUK


Werger: Ruken PEL


JINHA


(gk/rp/xo)