ROJEVA 25 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ
09:11
*Jinên gundê Canqetrena Peyasê bertek nîşanî polîtîkayên AKP'ê yên qedexekirina derketina kolanan, îskenceya li cenazeyê PKK yiyan û qirkirinên sivîlan dan û gotin: "Dê teqez rojekê hesabê vê zilmê bê pirsîn."
*Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star, Rêvebera Mala Jin û Rêvebera Dadgeha Gel a bajarê Hesekê nirxandin kirin. Jinan diyar kirin ku şoreşa Rojava li dijî pergala desthilatdariyê derketiye û wiha gotin: "Şoreşa Rojava tê wateya bi dawî kirina tundiya li ser jinê ye."
*Piştî rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê welatiyên ku koçber kirine vedigerin warên xwe. Welatiyên ku vegerîne malên xwe diyar kirin ku her çiqas çeteyên DAIŞ'ê malên wan rûxandibe jî, jiyan li ser axên xwe ji jiyana qesra dewletê çêtire.
*Bulay Dogan diyar kir ku ew di derbarê polîtîkayên dewletê ser dermanan de tez amade dike û got: "Dewlet bi şirketên dermaman re rudine. Divê polîtîkaya xwe ya nêrîna li dermanan bidin guhertin. Divê dewlet dest ji hişmendiya xwe ya nexweş weke muşteriyan dîtinê berde."
*Polîtîkayên dewletê yên li ser xwezayê her ku diçe zêde dibe. Endama Komeleya HADÎG'ê Gulîzar Utabaş a ku bi salan e li ser talan kirina xweza û projeyên dewletê lêkolînên bingehîn dike, li ser talan kirina xwezayê nirxand û got ku heya dewlet destê xwe ji xwezayê me venekşîne dê kevir di destê me de bin û em ê parastina xwe û xwezayê bikin.
*Berdevk û berpirsa têkiliyên derve a hêzê YPJ'ê Nesrîn Ebdulah, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, semînera dijî şîdetê parastin da jinan.
*JINHA Rojava salvegera xwe ya 1. li navenda xwe pîroz kirin. Rêvebera ajansa JINHA Rojava di pîrozbahiyê de wiha got, "Pêkhatina raghandina jin li Rojava bi serê xwe şoreşe."
