Ayşe: Komkujiya Parîsê komkujiya pêvajoyê bû
12:37
JİNHA
MÊRDÎN-Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) û Meclisa Jinên BDP’a Nisêbînê bi boneya salvegara komkujiya Parîsê ku di 9’ê Çile de sê jinên kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi awayekê hovane hatin qetilkirin, dê meşeke şermezarkirinê li dar bixin.
Jinan ji bo amadekariyên meşa bi şîara “Kujerên komkujiya Parîsê dê di serhildanên jinên Nisêbîne de bên fetisandin” ji niha de dest bi xebatan kirin. Di çarçoveya xebatên amedekariya meşê de, her şev li taxekê Nisêbînê ji bo jinan civîn tê li dar xistin. Di vê çarçoveyê de li Taxa Kişla civîn hat lidarxistin. Endamên Meclisa Jinan, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Namzeta Hevşaredartiyê Sara Kaya, Aktivîstên Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî civînê bûn.
‘Komkujiya Parîsê, komkujiya pêvajoyê bû’
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Di civînê de Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan axivî û diyar kir ku kujerên sê jinên kurd ne tesaduf bû. Gokkan anî ziman ku di rojekê de komkujî ne hat plankirin û wiha got: “Kesên ku komkujî pêk anîn, xwestin dîroka Tevgera Gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qetil bikin. Komkujiya Parîsê, komkujiya pêvajoyê bû.”
Çalakiya bîranîn û şermezarkirina komkujiyê dê di 3’yê çilede bê li dar xistin. Jinên ku li ber avahiya BDP’ê Nisêbînê kom bibin, dê ji wir heya Navenda Çanda û Hunerê ya Mîtannî bimeşin.Piştî axaftinan civîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
(aw/pk)
