Li Cizîr û Silopiya jin bi girseyî meşiyan

17:18

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê jin di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de meşiyan.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê jin bi pêşnegiya KJA yê li ber avahiya HDP'ê kom bûn û heta ber avahiya Navenda Çand û Hunerê ya Ronahiyê meş li darxistin. Jinên kiras, fistan û xeftan li xwe kirin wêneyên jinên ji hêla dewlet û zilaman ve hatine qetil kirin hilgirtin. Jinan pankartên li ser, "Tundiya li hemberî jinê birdoziye xweparastin maf e", "Em jin in ne namusa kesê ne" û "Zilam dikuje dewlet diparêze" vekirin. Di meşê de jinan dirûşmeyên "Jin jiyan azadi", "Bijî berxwedana Nisêbînê" û "Bijî berxwedana Cizîrê" bilind kirin. Piştî jin bi tililiyanb gihiştin ber avahiya Navenda Çand û Hunerê ya Ronahiyê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin. Li ser navê jinan endama Kongre Jinên Azad (KJA) Bêrîvan İnanç axivî û destnîşan kir ku tundiya ser jinê birdoziye. Bêrîvan da zanîn ku parastina rewa mafê hemû jinan e. Bêrîvan bilêv kir ku di meha dawî de tenê li Cizîrê 5 jin ji hêla dewletê ve hatine qetil kirin û got, "Dewlet li hêlekê jinan qetil dike û li hêlekê jî vîna gel nahesibin e. Hevşaredarên jin binçav dike û digire."

Bêrîvan anî ziman ku di dema qedexekirina derketina kolanan de polis êrîşî jinan dikin û got, "Kajinan çawa li Kobanê berxwedan li Bakurê Kurdistanê jî emê li berxwebidin û xwerêvebirinên cewherî ava bikin".

Li navçeya Silopi ya Şirnexê jî jinên li ber avahiya HDP'ê kom bûne heta Parka Yilmaz Guney meşek bi erbaneyan li darxistin. Jinan pankartên weke, 'Jin jiyan azadî" û "Ji tundiya ser jinê re na" û wêneyên jinên hatine qetil kirin vekirin. Piştî jin bi tilîliyan gihiştin Parka Yilmaz Guney daxuyanî dan. Ser navê jinan endama KJA yê Fatma Karakan da zanin ku di serî de li Kurdistan, Tirkiyeyê û li Rojhilata Navîn qetliama jinan berdewam dike. Fatma bilêv kir ku AKP kujerên jinan diparêze û got, "Kesên jinan dikujin ceza nagirin û tênberdan." Piştî daxuyaniyê jin bidirûşme û tilîliyan belavbûn.

(kom/zt)