Zarokên ku xeyalên wan nîvî man e
12:44
JİNHA
AMED-Li Amedê di şert û mercên zivistanê de zarok ji bo alîkarî bidin aboriya malbata xwe û xercên xwe yên dibistanê derxin di nava zehmetiyan de dixebitin. Hin zarok pêlavan boyax dikin, hin zarok simît difiroşin, hin zarok gelaş kom dikin û hinek zarok jî li bazaran dixebitin. Van zarokan barê giran a jiyanê dane ser milê xwe û di temenê xwe yê zarokatiyê de dixebitin.
Ji van zarokan yek jî Yasîn Ozateş e. Li bazarê amûran difiroşe û alîkariyê dide debara malbata xwe. Ozateş da zanîn ku ew dixwaze dibistana xwe bixîne lê, ji ber ku rewşa malbata wî ya aborî nebaşe neçar ku bixebite û wiha got: “Niha jî xeyala min ew e ku li bazarê tezgahek min çêbe. Bavê min bêkare û dayika min jî nexweşe. Ji ber wê jî ez û birayê xwe dixebitin.
‘Ez êdî naxawzim gelaşan kom bikin’
Zarokê binavê Metîn Sîs jî ku temenê wî 15 saliye diyar kir ku ew jî weke zarokên din dixebite û wiha got: “Dayika min nexweşîna pênceşerê ye. Bavê min û xwişka min jî li dayika min mêze dikin. Birayê min serê sibê sîmitan difiroşe, piştî nîvroyê jî li pastaxaneyê dixebite. Ez jî sîmîtan difiroşim. Ez sê sal in vî karî dikim. Çi ji destê min bê ez ê ji bo malbata xwe bikim.”
Suleyman Aslanê 8’ê salî jî gelaşan kom dike û bi firotina wan alîkariyê dide debara malbata xwe. Ez êdî naxwazim gelaşan kom bikin. Ez jî dixwazim wekî zarokên din di şert û mercên baş de jiyan bikim.”
‘ji bo zarokan navenda îstasyonek vekin’
Pisporê Xizmeta Beşa Zarokan a Sumerparkê Suleyman Balbay der barê rewşa zarokan de axivî û da zanîn ku ew der barê zarokên ku dixebitin de xebatan dimeşînin û wiha got: “Zarokên ku dixebitin piranî ji bo pere qezenc bikin dixebitin. Dema em ji zarokan dipirsin hûn di pêşerojê de dixwazin xebatek çawa bimeşînin, ew jî bersiva karê ku dikin, dixwazin di pêşerojê de vî karî berfireh bikin û bibin patronê vî karî. Mînak zarokê ku sîmîtan difiroşin dixwazin firineka wan çêbe. Zarokên ku gelaş kom dikin dixwazin bibin xwediyê depoyek.”
Balbay bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li dijî zarokan û wiha bi dawî kir: “Ji dêlva ku pirsgirêkê çareser bike, bi alîkariyên civakî wan bi xwe ve girê dide. Dewlet zarokan weke bireser dibîne. Divê vê hişmendiya xwe biguherîne. Em ê di demek pêş de ji bo zarokan navenda îstasyonek vekin. Em niha li ser bingeha wê dixebitin. Em ê di vê xebatê de pirsgirêkên weke tacîz û tecawizên jî bigirin dest.”
(aw/pk)

