Berxwedana gelê Nisêbînê qedexe rakir
08:08
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê qedexeya derketina kolanê ya di 13'ê Mijdarê de destpêkir, piştî berxwedana gelê Nisêbînê ya 14 rojan hate rakirin.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdîne, qedexeya derketina kolanê yi di 13'ê Mijdarê de hate îlankirin û 14 roj bênavber berdewam kir, îro hate rakirin. Di qedexeya herî demdirêj a li Kurdistanê de, 9 welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin û hin ji wan bi giranî ji 20'î zêdetir welatî jî birîndar bûn. Gelê Nisêbînê jî li hemberî êrîşên giran 14 rojan berxwedana xwe bênavber meşand.
Qeymeqamiya Nisêbînê derbarê qedexeyê de daxuyaniya nivîskî weşand. Qeymeqamî diyar kir ku qedexeya di 13'ê Mijdarê de hate destpêkirin, îro saet di 08.00'an de hatiye rakirin.
(zt)
