ROJEVA 26 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ

09:12

*Girtiya bi navê Zeynep Celaliyan a ku ji sala 2008'an û şunde li rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rêjima Îranê ve tê girtin, her ku diçe rewşa wê ne xirabtir dibe û rewşa wê di xetereyê de ye.Parêzera ÎHD'ê ya Esra îdîl Salaz destnîşan kir ku li ser Zeynep Celaliyan nêzîkatiyek dijî mirovahiyê heye.

*Bi wesîleya 27'ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK'ê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Beriya niha 38 salan li hember hişmendiya kujer, faşîzan û qirkirinê, PKK vejiyaye. Vejîna PKK'ê li heberî zilm û zora dewletê bû mertala parastina mirovahiyê."

*Pispor diyar dikin ku xwarina mijmijiyan û vexwarina ava mijmijiyan mîneral û vîtamînên di navê dene sîstema heldandinê hêsan dike. Pispor didin zanîn ku ji bo başbûna sîstema helandinê her roj pêdivî bi berdeqek ava mijmijiyan vexwarinê heye.

*Jinên başûrê Kurdistanê hatina Fermandara YPJ'ê Nesrîn Ebdullah girîng dibînin û radighînin ku jinên Rojava xwedî li 25'ê Mijdarê bi çalakî û tevlîbûnê wateyê rojê bibîranîne.