Şaredariyên BDP’ê 'Perwerdeya Cinsî û Civakî'

13:44

 


JİNHA


AMED – Beşa Rêveberiya Xebatên Jinan ên Şaredariyên Sur û Peyasê beşê li gel saziyên jinan ên girêdayî şaredariyêne 'Perwerdeya Cinsî û Civakî' dan xebatkarên şaredariyê.


Xebatkarên jin ên Şaredariyê, di bin banê şaredariya Surê de birêvebirina xebatên jinan li gel Şêwirmendiya Navenda Jinan a Amîda ve "Perwerdeya Cinsî û Civakî" dît. Perwerdeya cinsiyet û civakî ji aliyê endamê Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Sosyolog Evîn Guleker li gel Sosyal Antiropolog Leyla Sime Durmaz ve hatin dayîn.


'Armanc berfireh kirina nêrîna jinane'


Jinan diyar kirin ku armanca wan ji perwerdeya cinsiyet û civakiyê berfirehkirina nêrîna jinane û ji holê rakirin nehevsengiya cinsiyetêye. Jinan dan zanîn ku dê di bin sernavên weke Perwerdeya cinsiyet û civakiyê li gel recim, suneta jinan, buk kirina zarokan, rêwîtiya dîrokê, estetîk û jin, nasnameya jinê, nasnameya cinsiyetê û di pêvajoyên dîrokî de rola jinê perwerdeya xwe bidomînin. Ji derveyî van ji dê di atolyeyan de bi awayê rêkupêk di hemû beşên xebatan de perwerdeya cinsiyet û civakiyê bidin. Roja yekê xebatên atolyeyê ev roj ji bo jinan bi nivîsandina rolê xwe di nava kar û jiyanê de despê kir. Li ser mijarên perwerdê nîqaş bidawî bûn.


Peyasê cih da perwerda şagirtan


Li Şaredariya Peyasê beşa jinan li gel Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Ekîn Cerenê jî "Perwerdeya Cinsiyet û Civakiyê" li Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Ekîn Cerenê li cihê Atolyeya çêkirina gumlegan ya ku hatî despêkirin hat dayîn. Ayşe Çaça piştî sînevizyonê axivî û li ser kursiyerler yên ku jiyayî û guhdar kirî vegot. Perwerde bi pirs û bersivan bi dawîbû.


(zt/pk)