Li Derîkê ‘Qedexeya derketina kolanan’ hat îlankirin
10:45
Mijdar
26
/ 2015
JINHA
MÊRDÎN - Piştî ku li Nisêbînê qedexeya derketina kolanan piştî 14 rojan hate rakirin, li Dêrikê ji bo rojekê qedexe hate îlankirin.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, qedexeya ku di 13'ê Mijdarê de hatibû îlankirin piştî 14 rojan vê sibê hate rakirin. Vê carê jî li navçeya Dêrikê ji bo rojekê qedexeya derketina kolanan hate îlankirin. Di daxuyaniya Qeymeqamiya Dêrikê de hate diyarkirin ku qedexeya du şev saet 00.00'an de destpê kiriye wê heya îro saet 17.00'an berdewam bike.
(rc)
