Jinan ji girtiyên siyasî re kartên sersalê şandin

14:28

 


JİNHA


MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jinan bi armanca piştevaniya bi girtiyên jin ên siyasî re kartên sersalê şandin.


Şaredara BDP'a Nisêbînê Ayşe Gokkan, namzeta Hevşaredara BDP'a Nisêbînê Sara Kaya, Meclisa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, Meclisa Jinên BDP'ê, Meclisa Jinên Bajar, Aktivîstên DOKH'ê û gelek jin beriya ku kartan bişînin, li ber avahiya BDP'a navçeyê kombûn û bi berzkirina dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo" û "Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan" heya Navenda PTT'ê meşiyan.


Jin li ber Navenda PTT'ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Şaredara BDP'ê Ayşe Gokkan axivî û diyar kir ku ew dixwazin di sala nû de hemû dîlên azadiyê di nava xwe de bibînin. Gokkan da zanîn ku di pêvajoya çareseriya demokratîk de ger cenaze ji girtîgeran der bikevin, dê tu carî dayik dewlet û hikûmetê efo nekin û wiha got: "Ger ji girtîgehan cenazeyek jî derbikevê dê jin qiyametê rabikin."


Dayika Aştiyê Gule Baş jî da xuyan kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû dîlên siyasî serbest bên berdan û wiha got: "Em dixwazin pêvajoya aştiyê bi awayekê rast bidome. Divê gelê kurd neyê xapandin."


Piştî daxuyaniyê jinan, 355 kartên sersalê ji dîlên azadiyê yên di girtîgehên cuda de re şandin.


(zt)