ROJEVA 27 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ
09:19
*Jinên ku pêşengiya berxwedanê dikin rêxistinbûna xwe berfireh dikin. Wezîra Darayî a Kantona Cizîrê Remziye Muhammed got, "Eger jina Kurd azad nebe, jina Tirk jî dê azad nebe. Eger jin bibin yek, dê azadiya civak û gelên cîhanê înşa bikin."
*Li bajarê Dêrikê projeya jinan a aborî deng vedide. Derbarê projeyê de jinan wiha got: "Armanca me hevsengiya ku di nava civakê de wendabûye, ji nû ve jiyandine û jiyana hevpar bi gelê xwe dayîna naskirine."
*Jinên Derekoyê ên ku berhemên tirşa hinarê bi titîziyek mezin çêdikin, ji ber ku beramberî kedê destê xwe nastînin bi xemin. Jinan dibêjin, "Çend kes di ferqa kedê çêkirina tirşa hinarê de ne."
*Endama KJA 'ê Ceylan Bagriyanik zexma Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yê ku gotî bû"Eger jin azad nebe, civak jî azada nabe" nirxand û got ku ev zexma Ocalan di asta şoreşekê de ye û diyar kir ku divê di serî de jinên kurd hemû jin perspektifa Ocalan li cihanê belav bikin.
*Endama Komusyona Girtîgehan a ÎHD'ê Hatîce Onar li ser rewşa girityên nexweş rawestiya û got ku li Tirkiyê cezaya darizandinê tune lê zagonên wek darizandinê hene. Hatîce anî ziman ku ev zagon hemû bi keyfîne û dewlet girtiyên nexweş wek bazara siyasî dibîne.
