Li Dêrikê 'qedexe' careke din hat dirêjkirin

14:36

JINHA

MÊRDÎN - Li Dêrikê qedexeya derketina kolanê ya şeva 25'ê mijdarê hate îlankirin, ev cara duyem e ku tê dirêjkirin. Qeymeqamtiya Dêrikê qedexeya ku îro saet di 12.00'an de radibû heya saet 14.00'an dirêjkir.

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji şeva 25'ê mijdarê û pê de, qedexeya derktina kolanê hatibû îlankirin û qedexeya ku îro saet 12.00'an da diviya ku rabûna ji aliyê Qeymeqamtiya Dêrîkê ve heya saet 14.00'an hate dirêjkirin. Piştî qedexeyê polîs û tîmên taybet li hember gelek taxên navçeyê êrîş dane destpêkirin û bi taybetî jî li kuçeya Kulebe a li Taxa Kaleyê û li Qada Cumhuriyetê ya li Taxa Dagê êrîş bê navber didomin. Gelê Dêrîkê jî li hember van êrîşan li ber xwe dide û destûrê nade ku hêzên dewletê bikevin taxên wan. Welatî li ber agirê ku vêdixin heya serê sibê nobetê digirin û bi tilîlî û çalakiya deng derxistinê li ber xwe didin. Li taxên Cevîzpinar, Kale, Tepebag, Bahçelîevler, Dag û Zeytînpinarê elektîrîk hatiye birîn û xetên telefonan jî hatine qutkirin.

Di saetên sibê de, li navçeyê 4 teqînên mezin rû dan lê derbarê teqînan de agahiyên zelal nehatin zanîn. Ji ber ku xetên telefonê hatine qutkirin jî li deverên êrîş bi dijwarî pêk tên, agahiyên zelal nayên bidestxistin.

(rc)