Li Agirî 37. salvegera damezrandina PKK'ê hat pîrozkirin

16:08

JINHA

AGIRÎ - Li navçeya Patnosê 37. salvegera damezrandina PKK'ê ji aliyê gelek kes ve bi şahiyek hat pîrozkirin.

Li heremê pîrozbahiyên damezrandina Partiya Karkerên Kudistan (PKK)ji aliyê gelê kurd ve hat dest pê kirin. Li navçeya Patnosê ya Agiriyê bi minasebeta 37. salvegera damezrandina PKK'ê bi pêşengiya rêxistina HDP û DBP'ê şahî hat lidarxistin. Şahî li ber avahiya rêxistina DBP'ê pêk hat. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dirayet Taşdemîr û Berdan Ozturk, rêvebirên HDP û DBP'ê beşdarî şahiyê bûn û bi gelek kes devlî bernameya şahiyê bûn. Li cihê şahiyê pankarta li ser "Ji sala 1978'ê silav ji 2015'an re, damezirandina PKK'ê pîroz be" dinivîsî hat daliqandin.

Di şahiyê de welatiyan bê navber dirûşmeyên wek "Bijî serok Apo" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" berzkirin. Bernameya şahiyê ji bo kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest da bi rêzgirtinê dest pê kir.

Hunermendên heremê daketin ser dikê û welatiyan li ber muzîkên şoreşgerî govend gerandin.

(ho/rc)