ROJEVA 28 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ
09:08
*Gerîlayên YJA-STAR'ê derbarê 37. salvegera damezrandina PKK'ê de hestên xwe anîn ziman û bang li jin û ciwanan kirin ku xwedî li nirxê şehîdan derkevin û berê xwe bidin çiyê.
*Jinên Binarî ya Qendîl li ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li ser Jinê ya Navnetewî hêstên xwe bi ajansa JINHA'ê re parvekirin û diyar kirin ku li her derî tundiya li ser jinê wek hev e.
*Jinên ku li Karadenîzê çay berhevdikin... Jinên ku di temenê bi çûk de hînê berhevkirina çayê dibin diyar kirin ku ew bûne pisporê vî karî lê heqê destê wan ji aliyê mêr ve tê birin. Jinan dan zanîn ku niha rewş hatiye guhertin jin kêmbe jî êdî xwedî li kedê xwe dertên.
*37. salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kûrdistan(PKK) li bajarê Silêmaniyê bi tevlîbûna sedan kesî hat pîroz kirin.
*Jinên li gundê Cantaran a girêdayî navçeya Qayapinarê ya Amedê diyar kirin ku hêviya wan ji rêveberiya xweser heye. Jinên gund anî ziman ku daxwazên wan ên sereke ew e ku dibistana kurdê bê avakirin û bi kurdî bixwînin û binîvisin
