Jinek kedkar û berxwedêr: Fîlîz Bedirhanoglu

15:18

Derya Ceylan /JINHA


AMED - Li hemberî zêhinyeta deshilatiya mêr ya serdest di jiyana kar de ji bo ji  fîgurên 'mexdurê şidetê' derkevin di hemû navendên jiyanê de bi serkeftî derbaskiriye. Fîlîz Bedirhanoglu ku jiyana xwe vegot gelek tiştên bibin dîrok anîn ziman. Bedîrhanoglu, rojên xwe yên dibistanê, bîranînên girtîgehê, rojên îşkencê, tiştên ku neyê hişê mirovan jiyaye û serkeftinên xwe yên dema kar vegot.


Li gorî ku di tevayî cîhanê de li cihên kar û jiyana civakî de deshilatiya mêr serdeste, di van salên dawî de bi guherînên civakî re jin ji fîgorên 'Mexdurbûna şidetê' xwe rizgar dikin û êdî dibin xwedî vîn û hêz. Di hemû aliyên jiyanê de qala xwe dike. Jina Kedkar a Amedê Fîlîz Bedirhanoglu yek ji jinên ku îmza avêtiye binê serkeftinên mazin yên jiyana xwe ya kar. Ew bûye xwediyê otêl, depoyen dermanxaneyan û di dermanxaneyê de hezar karkeran di xebitîne. Ji bo ku di jiyana kar de jin bêjin 'Ez jî heme' karkerên li gel wê dixebitin piranî jin in. Fîlîz ya ku dayîka 2 zarokan e 23 salin li Amedê serbest derman difiroşe. Yekem car Serokatiya Desteya Odeya Dermanxanê ya Amedê, Odeya Tirkiyeyê û Hevgirtina Borsa a Navenda Şaxa Amedê kiriye. Îmza avêtiye binê xebatên xwe yên serkeftî yên rêxistinên civaka sivîl û cîh girtina wê ya di odeya pîşeyan de. Fîlîz salên xwendekariya xwe, pêvajoyên xwe yên li girtîgehê û salên 1970 yan heya niha xebatekî giring kiriye. Xwediyê kedeke mezin û bi serkeftinên xwe bûye jinekî kedkar, salên xwe yên xebatê ji JINHA yê re vegot.


'Ez di malbateke zayend parêz de mezin nebûm'


Fîlîz di malbatek ku xwediyê fikira divê jin jî bixwînin de mezin bû. Ew bi xwe jî di nav de 5 xwişkin. Fîlîz, kite kit jiyana xwe vegot û wiha axivî: "Di herêmê de pir giringî didin zarokên kur. Lê min di malbata xwe de ev yek hîs nekir. Di malbata xwe de ez rastî hîsên weke divê nivşê me berdewam bike nehatim û malbata min ji bo xwendina min çî ji destê wan hat kirin. Ez niha bi xwişkên xwe yên dinê re li navenda kar ya dermanxanê de dixebitîn. Min ne dixwest bibin dermanfiroş. Bavê min dermanfiroş bû. Du xwişkên min jî fakulteya dermanfiroşiyê xwendin. Malbata min ez ber bi vê yekê ve kişandim û bi alîkariya malbatê ez bûm dermanfiroş."


 


'Di pêvajoyên ku îskence pir heyî de ez hatim girtin'


Fîlîz di salên 1978'an de dema ku li Zanîngeha Gazi a Enqerê beşa dermanfiroşiyê dixwend, ji ber tevlîbûna xwendekaran a siyasî pir zorî kişandiye û got: "Dema ku ez li zanîngehê di pola 3'an de bûm, ji doza rêya şorexgerî du sal û nîv di girtîgeha Mamak de mam. Malbata min ketina min ya girtîgehê ji her kesan vedişart. Xwişkên min wiha nêzdibûn 'Şermekî mezine, xwişka me ketiye girtîgehê, emê vê çawa ji xelkê re vebêjin?' Lê tiştek veşartî nema. Ketina min ya girtîgehê her kes pêhesiya. Ji ber ku min nêrînên xwe parastin ez ketim girtîgehê, veşartina wê tu wateya xwe nebû. Di wê pêvajoyê de ji xwe her kes dihatin girtin û rastî îskencê dihatin. Ez jî dema hatim girtin, ji girtîgehê birim lîseyek a Anadolê a kevin. Ji ber di wê pêvajoyê de her kes dihat girtin û girtîgeh tijî bûbûn. Ji ber wê jî dewletê dibistanên kevin zivirandibûn girtîgehan. Her roj bi otobûsan girtî di anîn girtîgehê."


'Li Mamak ê rastî îşkenceya ku neyê hişê mirovan hatim'


Fîlîz heya demekê di Lîseya Anadol ê de ma û  paşê jî anî Girtîgeha Mamak ê a Enqerê. Fîlîz diyarkir ku di pêvajoyên di girtîgeha Mamak ê de mayî rastî îskenceyên ku nayê hişê mirovan hatiye û wiha domand: "Di Mamak ê de hejmar girtin jî bi îskencê bû. Di wê pêvajoyê de em rastî îskenceyên giran hatin. Her şev leşker bi kuçikên xwe ve li salonên ber derî diçûn û di hatin û bi jopan li deriyan dixistin. Her sanye bi sidûra îstiklalê em dixistin darbestê. Darbesta ku em dibêjin bi saetan di wê îşkencexaneyê de me îşkence didît. Ji xwe ferqa girtîgeha Mamak û Amedê nîne. derketina girtiyên siyasî ya kantînê qedexebû û 24 saetan em neçarî perwerdê dikirin. Jinan li hemberî îskencî serî ne tewandin û ji ber wê jî li hemberî rêveberiya girtîgehê her dem di berxwedanê de bûn. Em herdem dibin îskencê debûn. Balgî û doşegên me parçe parçe bûn.  Herdem hewalandirme, çixare vexwarin û derketina hevdîtinê qedexe dikirin. Di şevên zivistanê de bi saetan em li ber derî rawestandin. Lê li hember her tiştî me berxwedan didomand."


'Li gorî ku ez girtiya siyasî jî bûm ez avêtibûm nava odeya çeteyan'


Fîlîz piştî du sal û nîvan li girtîgeha Mamak ê ma, di adara 1983'an derket. Bi zoriya malbatê cardin neçar ma ku xwendina xwe bidomîne û li Amedê dest bi dermanfiroşiyê bike. Fîlîz da zanîn ku li Amedê di despêka xebatên wê yên dermanfiroşiyê de ji doza PKK'ê bi îdiaya 'Alîkarî û pşgiriya PKK'ê' kiriye hat binçavkirin û li Girtîgeha Saraykapî ya Amedê 6 mehan girtî ma û wiha pêde çû: "Li gorî ku ez girtiya siyasî bûm jî ez birim oda çeteyê ji doza edlî girtîbûn."


'Min îhaleyê ku kesî cesaret nedikir qazanc kir'


Fîlîz destnîşankir ku piştî ji girtîgehê derketiye bavê wê yê ku dermanfiroş bû de sala 1986'an de jiyana xwe ji dest da, dermanxaneya bavê wê  vale ma, wê dermanxane dewir girt û dest bi xwebatê kir. Fîlîz derbirî ku di sala 1990'î de bi Şah Îsmail Bedirhanoglu re zewiciye, ew bi hevserê xwe re dermanxane vekirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li beranberî Fakulteya Tibê a Zanîngeha Dîcleyê ji bo du cihên kar pir pere dihat xwestin. Kesê cesaret nedikir bikevin van îhaleyan. Ez bi hevjînê xwe re em ketîn îhaleyê. Ji bo em îhaleyê bigirin min pir ked da. Min zêrê xwe yên dewatê firotin û min îhale girt. Ez fikirîm ku em bikevinê. Lê pir sermayê me tunebû. Her kesê ji mere 'Şeyda' digotin. Digotin 'Evane bisernakevin.' Lê bi piştevaniya dostên xwe me dermanxane girt."


'Serketina jinan ya di siyasetê de bandora xwe li karê wan jî dike'


Fîlîz diyarkir ku rol û karên ku civak li gorî jinan dibînin, weke mamostayiyê dermanfiroşî jî karekî ku li jinan tê hatiye dîtin û wiha got: "Di pêvajoya min de jî dermanfiroş piranî jinbûn. Ez ji jinekî ku ji aliyê malbata min ve ev pîşeyê dermanfiroşiyê li ser min hatiye ferzkirin. Lê niha we binhişî heya cihekê hatiye guhertin. Li herêmê bejdarbûna jinan ya li siyasetê zêdebûye. Bi saya tekoşîna jinan niha jin di qada siyasetê de zêdetir dikarin xwe îfadebidin. Şaredarên jin herî zêde di erdnîgarî û herêma me de hene. Tevlîbûna jinan ya li siyasetê û di asta pêş de cîh girtina wan bandora xwe li jiyan û karên wan jî dike."


'Divê jin li gorî rolê ku hatiye dayîna wan tevnegerin'


Fîlîz dazanîn ku di demên dawî de di herêmê de beşdarbûna jinan di rojevêdene. Fîlîz diyarkir ku jin dixwazin tevlî, lê ji bo wê ji perwerê bê par hatine hiştin. Fîlîz destnîşankir ku dema jin ji rolê ku ji bo wê hatiye dayîn diqetîne û derdikeve derve rastî zoriyên cuda tên. Fîlîz derbirî ku jinên ku dinava hewildanan de jî li gorî rolê ku ji wan re hatiye dayîn li cihên luqunte, tuhafiye, kreş û cihên weke navandên xweşikbûnê de dixebitin. Fîlîz diyarkir ku jin di jiyana xweya kar de hilberîna mal, muhasebe û cihên firotina mal pir giringin. Fîlîz desnîşan kir ku ji ber jin di vê mijarê de alîkairiyê nagirin malê ku di helberînin li bazaran zoriyê dikêşin û got: "Di jiyana kar de kêm tecrubeyên wan hene û xwediyê sermayeyên kêmin pêdivî bi pişgiriya şêwirmendiyê heye. Fîlîz ji bo çareseriyê jî pêşiniyara bi hevre atolyeyên helberînê çêkin kir.


'Gelek jin ji derveyê fermiyetê di xebitin'


Fîlîz diyarkir ku di herêmê de gelek jin ji derveyî fermiyetê dixebitin, piranya van jinan di atolyayên tekstîlê de û rojane paqijiya malan dikin yan jî li ser dezgehan dixebitin û got: "Li vêderê hemu însiyatîfên jinan, rêveberên herêmî, komalayên jinên xwedî kar û saziyên gelemperî dikarin platformek hevbeş di navendek ya jinan de kom bibin. Di vê mijarê de xebatên şaredariya Baglarê yên ji bo jinan mînakin. Saziyên jinan yên girêdayê şaredariyan li gel jinên karmend pir li hev nekirine. Divê em jin bên li bahev, hem di aliyê aborî de û hem jî di aliyê civakî de  li ser bernameyên  girin bixebitin. Divê bernameyên wiha bikevin jiyanê de, jinên ku li bazara Jiyan Semtê dixebitin çanteyên pir xweşik çêdikin û ev çenteyane dê çawa bibin malên firotinê? Li ser mijarên wiha divê bên destgirtin."


'Di her warî de emê bijinan re bin'


Fîlîz wiha domand: "Em marqeyên xwe di parêzin. Em pêvajoya civakîbûnê ava dikin, emê bi xwe aboriya xwe çêbikin. Emê marqayên herêmî çêbikin. Divê jinên di herêmê de bi hevre bi awayekî rêxistinkirî bixebitin.  Em cara yekem li gel jinên karmend hatin bahev û pir baş derbas bû. Jiber buyerên ku rudidin em nekarîn bên bahev. Herî kêm di vê runiştinê de her kesê hevdu naskirin. Divê runiştinên wiha bên lidarxistin. Weke jinek karmend a ku di vê erdnîgariyê de dijî li her derê emê bi jinan re bên bahev."


'Ji bo rabûnê divê perwerde bê dayîn'


Fîlîz diyarkir ku di pêvajoya hilbijartinê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê de gelek jinên serkeftî nasîn wiha berdewam kir: "Min girîng dît ku divê êdî jin bibe xwedî vîn û nûner. Sazizyên sivîl ên civakî gelek kurs dan, lê ji bo pêşketina aboriya civakê tu kurs û perwerde nehatin dayîn. Deha hûn karkeran bistînin divê ji nûve hûn wan perwered bikin. Perwerdehiya piştî stendina kar hem demê winda dike û em jî kuftelekî çêdike. Divê berî her tiştî ji bo pêşketina herêmê û pêdiviyên herêmê perwerdehî bên dayîn. Divê jin û ciwanên hatin perwerdekirin li gorî pîşe û sereftinên wan bên bicih kirin. Divê yekîtiya hêzê bê avakirin."


'Divê deriyên sînoran bên vekirin û mayin bên paqijkirin'


Fîlîz, destnîşan kir ki li herêmê çavkaniyên mermer, tekstîl û çandinî gelek dewlemend in û divê ev çavkanî rast û baş bên bikar anîn. Fîlîz, anî ziman ku axa herêmê ji bo çandiniyê pir bi bereket e û ji bo vê yekê divê deriyên sînor jî bên vekirin û riya bazirganiyê pêş bikeve.


(zt)