Malbata Tahîr Elçî: IŞÎD'ên qatîl

14:34

JINHA

AMED - Malbatê Tahîr Elçî ên li Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî bertek nîşan dan û gotin, "Bê şeref û IŞÎD'ên qatîlin."

Di saetên serê sibê de Tahîr Elçî a ku ji aliyê polîsan ve bi yek gule hate qetil kirin, li Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî karê otopisyê tê kirin. Bi sedan welatî li ber derê nexweşxanê kombûn. Hevserokê Giştî ya HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevşaredara Amedê Gûltan Kişanak, Parlementera HDP'ê Meral Daniş Beştaş û gelek wekîl li ber nexweşxanê kombûn. Wekîl peyamên ser saxiyê dan.

Ji malbatê bertekên "Bê şeref û IŞÎD'ên qatîl" dan nîşan kirin û li gel vê yekê gotin "Tahîrek biçe dê hezar Tahîr bên." Her wiha hat zanîn ku di encama otopsiyê de raporteya Tipa Adilyê hatiye amede kirin. Tê payîn ku cenazeyê Tahîr Elçî sibê nîvro piştî wecîbeyên olî li Goristana Yenîkoyê bê defin kirin.

Li aliyê din welatiyên Cizîrê ên ku bi qetilkirina Tahîr Elçî hesiyane berê xwe dan malê wî. Dayîkên ku lorîna dixwînin û dibêjin "Delalê Kurdistanê" gotin ji ber Tahîr Elçî gotiye "PKK'ê ne rêxistinek a terorê ye" hatî qetil kirin.

(rc)