Dê li Parka Koşuyoluyê torena cenaze bê kirin

16:13

JINHA

AMED - Dê sibê ji bo Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi yê hatî qetilkirin merasîma cenaze Parka koşuyoluyê bê kirin.

Dê sibê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçiyê li Sura Amedê hatî qetilkirin bi merasîmek girseyî bê defin kirin. Di derbarê merasîma cenaze de Navenda DBP'ê ev agahî parkirin: "Dê sibê cenazeyê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi yê ku dema daxuyanî dixwend bi hovane hatî qetilkirin (29 Mijar 2015) di saet 10.00'an de ji nexweşxanê bînin Parka Koşuyoluyê. Dê ji bo parêzvanê mafê mirovan Tahir Elçi li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê di saet 11.00'an de merasîma cenaze bê lidarxistin. Piştî merasîmê dê cenazê Tahir Elçi li Goristana Yenikoyê bê veşartin."

(zt)