ROJEVA 29 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ

09:01

*Jinên Amedê ên ku li hember zîhniyeta desthilatdariyê têdikoşin û dixebitin wiha dibêjin, "Xebat mafê me ye. Divê hemû jin bixebitin."

*Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya bi tilîliyên jinan şikandina dorpêça 14 rojan û wiha got: "Li 4 taxan di nava bombabaranê de dema ku me tilîliyên dayîkan dibihîst me hêz digirt. Jinên Nisêbînê ticarî dest ji çanda xwe bernedan. Jinan li aliyekê parastina xwe ya cewherî dikirin, li aliyê dinê jî pêdiviyên xwe yên xwarinê dabîn dikirin. Jinan dest bi berxwedanê kirin û bi serketin."

*Ji Kombûna Ramanê Tatyos Bebek bi îlanên rêveberiya cewherî re êrîşên ser gelê kurd nirxand û got: "Bihêzkirina rêveberiyên herêmî pêşiniyara dewletê bûye, wê demê tiştek negotin. Lê niha ji ber HDP'ê gotiye qiyametê radikin. Êdî pergala li Tirkiyê hatiye rewşa nayê kêşan."

*Li gelek bajar û navçeyên Bakûrê Kurdistanê bi îlan kirina rêveberiya xweser êrîş hatin despêkirin di wan êrîşan de bi sedan zarok ji aliyê tîmên taybet û sekvanan ve hatîn qetilkirin. Dayîkên ku zarokên xwe winda kirine diyar kirin ku dewletê di salên 90'an de jî bi heman awayî êrîşê wan kiriye û destlîm nebûne. Dayîkan anî ziman ku ew teslîm nebûne û nabin jî.

* Rezê tirê yê ku Şaredariya Erdîşê bi navê "Rêza Aştiyê" ji bo jinê daye çêkirin tiryên wê çêbû. Endezyarê Şaredariya Erdîşê Okan Şahîn diyar kir ku li ser vê rêzê tirê keda welatiyan heye û dê bi her awayî xwedî li keda gel derkevin.