Dê Cizîra Botanê ji bo Tahir Elçi bimeşe

10:03

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê esnafên navçeyê ji bo şermezarkirina qetilkrina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi derabeyên dikanên xwe venekirin. Li navçeyê di saetên nîvro de dê meşek bêlidarxistin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jiyan hate rawestandin. Esnafên navçeyê ji bo şermezarkirina qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi derabeyên dikanên xwe venekirin. Jibilî firinan li navçeyê hemû cih girtîne.

Li Cizîrê îro saet di 12.00'an de ji bo şerzerkirina qetilkirina Tahir Elçi dê meşeke girseyî bê lidarxistin.

(ma/zt)